bînayî ezel sin’etî wa dyare le pêş çaw

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  446 views
bînayî ezel sin’etî wa dyare le pêş çaw
înkarî eken û ḧemaqî zor ker û bê çaw
malîkî mułke qadir û qeyîwim û wehem tak
xalqî erz û semawat û ḧezretî lulak
xalqî bîner û bînra û çî hebê le zeřřat
batil nîye xo beynî erz û seb’e semawat
laḧewle wila quwete maşa’ełła subḧan
xalqî însan û ecne û le’netî şeytan
sin’etî însan xelqî demê mêye û demê nêr
xelqî kird dû řêge leboy yek şere yekî xêr
řêgay cehennem wek şeře piř le guł û řeyḧan
qonaẍî ceḧîme be mewcî agir û burkan
qonaẍî ne’îmî çi be same ke be diřke
pyadeye mu’emin ke deçê kewserî fiřke