kes çarey nekird muşkîley mirdin

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  368 views
kes çarey nekird muşkîley mirdin
kuř jin dexwazî û kiç bo şû kirdin
zana dexwatin hetakû nemrê
nezan her dexwa lebo gukirdin
***
bê ḧîket nîye nişêw û hewraz
xwa nehî kirdin le goştî beraz
zana her řuḧe, mana naxewê
mirdû bê bake bîpçiřî be gaz
***
tazem zanîwe tirs şitêke
yek lebo zoran zor le bo yêke
samîPen name çî dełê çî lê dezanê
ẍeyrî wey biłê dunya çemêke