ey gułî zade bo řût û şêwawe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  446 views
ey gułî zade bo řût şêwawe
bo be řoj û şew çawit piř awe
çawî nêrgizît boçî hełnayê
bo bałay şilit kuř û çemawe
***
bo řengî sûrit zerde wek lîmo
bo pencey nask dedey le ejno
bo zułfî xawit wa têk’aławe
wa be ẍemîgînî deka hatuço
***
megrî gułîzar esbabî giryan
bomin bas bike bîxeme dîwan
ta le paşî me nebte nexoşî
nebte cyazî kîjî kurdistan
***
damyan be yekê ḧewt jinî heye
da’îm xeyałî serxoşî heye
leser ḧewt jinan min debim be heşt
be zorî keyfî hetîwî heye
***
xwa bawkim bigrê damî be dînar
damî be yekêk serxoş û zordar
be ẍîrî giryan hîç çarim nîye
biřo yexem berde babkem hawar
***
kê ew jyaney danawe be jîn
ew karesatey bo deken be dîn
małtan wêran ka saḧîbî bê dîn
lelatan waye ême wek kerîn
***
lenaw ayînî ga perest nîye
ew karesate mamosta çîye
zînde çałman ken wek bit perestan
bo demankujin bew seg mergîye
***
damyan be yekî kerî mil estur
dête pêş çawim le nizîk û dûr
wek canewere saḧîb dînare
weku, gamêşî çaw sûrî ẍir,wir
***
besye gułîzar ba biçînewe
lew karesatey bipêçînewe
çendî denořim le giştî edyan
lenaw dîn nîye jin gořînewe
***
deçin depirsîn lew qal û qîle
çunke bîstûme mela wekîle
eger min nełêm gunahkar debim
ew karesate karî bexîle
***
xo eger wabû ew ca pêkewe
deçîn bo asman ba biřêtewe
xo xelas dekeyn le çing dînberan
samî kiç û kuř ba bisêtewe