eger cenabî şêxî ’irş û kursî lê dyare

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  398 views
eger cenabî şêxî ’irş û kursî lê dyare
debaye bîbanîba ker debête teyyare
byanî defřê le asman êmeş le swarî kerî
be řank û kurtanî ker qaç û qułman damare
delîl û def û řebabok bo baray negořa
deşbînîn karwanî ker êsta lorî û qîtare
be erî xwa û pêẍember nemankird xwêndewar bîn
ta cehil dewrî lêdayn kîj firoşîn be pare
dîn be çakî nazanîn samêkîş le xwa bikeyn
ta cehil dewrî lê dayn bûyne kerî labare