karwanî gerdûn her hatûçûne

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  423 views
karwanî gerdûn her hatûçûne
hendê wa debin û hendê le çûne
hendê wa demirin deçne gořewe
hendêk le xoşî û bezawa bûne
***
hendê řêk dexen wa qesrî řengîn
hendê bo mexsud ta bibne zengîn
deçne dest û pêy mirdî le gořan
kewa boçî bû quwet û limetîn
***
yaxwa qet nejî nexwêndewarî
’alem dexate birsîyetî û harî
debne derwêş û ya sofî mil pan
ca ḧemley deben bo ser bê çarî
***
samî aza be piştit bibeste
çunkî kafir bûn gelê bê heste
qisey ẍezalî lebîr kirawe
melaney dîbû yaxwa lêy peste