însan birsî nebîtin ḧałî birsyan nazanî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  518 views
însan birsî nebîtin ḧałî birsyan nazanî
eger sukî nebîtin çun debîtin giranî
eger xwarî nebîtin meylî řastî çon dekey
be xwarî me’lûm buwe ewey řastî dezanî
ger tarîkî nebîtin le řûnakî nazanî
be naşîrniman zanî pak û temîs û cwanî
be nebûnî zanîman bûn û nebûnî çîye
ta hebûnî hebîtin be nebûnîş řeza nî
ewey dełê qanî’im emin biřway pê nakem
genim û derey bo danên binořne hełbijranî
wa sondî dexom bexwa genim hebê co naxwa
eger genmî hebîtin co dedate ḧeywanî
heta samîPen name bizanî lebunî întîḧanî
takû bedyarî bixa řêy qur’an û şeytanî