yek yehudî yek nesara yek ełê min musłimanim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  582 views
yek yehudî yek nesara yek ełê min musłimanim
dezanî min ke dûřû nîm le dûřûyî peşîmanim
weku řûy řeş ke poşrawe lejêr perdey nezanînda
be poşînêkî poşrawe bizir nabê bewîcdanim
le řojêkî ekeyn řořo be ew řuje dełên ḧeşra
lebo dił řeş nîye kêşan ke weznîka le mîzanim