bo toye weten min le weten tûna kirawim

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  941 views
bo toye weten min le weten tûna kirawim
dêwanesîfet jînme bednawye nawim
bê ḧurmetî lay xizim û bira naḧezî wa’îz
cêdarî yezîde be bedî nawî ziřawim
min dête diłim bimkujin û her wekû mensûr
biřwa be heder xwênî nebê xwênî řijawim
barî xemî to bû leserim êste ke wa min
wek çînî fener waye qefî piştî çemawim
şew ta kû seḧer şîwen û zarîme hetakey
biřwane xuřey xwênî geşî çeşmeyî çawim
qaç û desim îflîce nema hêz û tekanî
espî hunerî hoş û witey tund û betawim
bo ẍayeperestî were binwaře le daxt
wek tar û ney û ’ûde kizey cergî biřawim
qestem be çya û şax û hemû deşt û nizarit
qehir û xemî tom nane legeł goşt û piławim
naydem be gişt parçe qumaşî hemû dinya
nanêkî beřûy tał û legeł şałî diřawim
cêy berd û pilarim le hemû lawe leser to
bê ’arî û sersextîye bem core ke mawim
muftîPen name le quřî sûr û řeş û şîn besera ke
ewsake ełêm xawenî sed tac û kiławim