însanî fîkirî mêjû pêş dexa

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  555 views
însanî fîkirî mêjû pêş dexa
bo jîn û xoşî qwet řêk dexa
deyhênte naw çeng bo asin fiřîn
řoj’awa û hełat beḧeq řêk dexa
***
her fîkir û ’îlme asin le asman
dekate teyr û le dewrî cîhan
hatuço deka wa dexulêtewe
lebo pêwîstî jînî bo însan
***
însanî fîkirî gunahkar nîye
’alîmî zeřřey xetakar nîye
bo xoşî tarîx mêşk madîye
nek bo xwênřêjan çunkî kar nîye
***
kake xwênřêjan karî şeytane
řêgay ḧesûd û cahîlekane
cehil agire ’îlim wek awe
samî cehalet mirdinî însane