pabendî xeman kemendî kirdim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  575 views
pabendî xeman kemendî kirdim
xeyałatîş hat zû fikirî birdim
kes lêm napirsî bo fîkirim win bû
çerxî zemane tûşî çî kirdim
pêm xiste xane û awzingî ḧidud
nałebarî hat tûşî çî kirdim
way bo haw zanay nałebarî zan
bom bête řêga naçarî kirdim
samî girtuwe hîç neşêwawe
eger hîç nebûm ey boçî mirdim