îtir tom nawê ey çerxî gerdûn

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  617 views
îtir tom nawê ey çerxî gerdûn
taze bo çîme bûnî ser û qûn
ta hebûm nebûy kebûy min nîme
bes ’eksî bike nek bibye meymûn
eto her qabîl be diroznekanî
etoş wek wanî dû quz û dû qûn
ca yexem berde min lêy řahatim
qonaẍ her duwe hebûn û nebûn
dinya her waye wek ême dîtman
hendêk dehatin hendêkî deçûn
emin tom nawê minit bo çîye
memxe gêçeł û naw dawî xatûn
le samî waney ke basman kirdin
eřon ke řoyn çun bê ser û şûn