kes nebû wek min bext sya bê

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  676 views
kes nebû wek min bext sya bê
diłî xom nedît demêkî şa bê
le ’emrî dûrîm herdem le şîwen
debê her şîwen be min řewa bê
***
xuda bextî min çî lêqewmawe
lenaw botey ẍem diłim tawawe
ya kifin û tabut mergî be hasan
ya xelasim key lew beła û dawe
***
nemirim ya nejîm ey min boçîme
le sêberî ẍem koř û çemîme
nejîm be xoşî nabê bişmirim
qyamete yan axir şeřîme
***
gunahî dinya û ’ezabî axir
’ezabî dinyam bo çîye axir
le pêşî bûnim gunahim nebû
agirî cehennem herbuwe bo kafir
***
samîPen name me yařeb xo musłimanim
herçend be suç û piř le tawanim
eto xudayî û emin ’ebdêkim
besye ’ezabim û wa peşîmanim