bê kes û tenyame û hejar û bê deretanim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  593 views
bê kes û tenyame û hejar û bê deretanim
be fîday segî dergete dił řoḧî řewanim
bîba ke îtir segî dergeyî ḧezretî lolak
herçendî kewa serzeniştî pîr û cewanim
namewê be yeqîn ne beheşt û ne cehenem
her hende dełêm ometî tome be zubanim
girpey le diłim ateşî ’îşqe be ḧeqîqet
’eşqî sîfet û dîdenî ew fasil û şanim
ey diłe çakî emeye emrî bixeye mil
zanîme ke bê zar û gunahkar û nezanim