le paşî şirk cehil û nexwêndin

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  703 views
le paşî şirk cehil û nexwêndin
demanxate jêr nînokî mirdin
qisey pêẍember becê nehênîn
bê diro neykeyn fî’len be kirdin
***
karman kirawe be hîlak deçîn
bixoyn binûyn ême lebo çîn
debê bo ’îlim cidî ḧewl deyn
ger le meşrîq bî ya meẍrîb zemîn
***
le ayînî me emrî pêkirawe
kulî ḧeqîqet bête pêş çawe
pê le ḧeq nenên pêy kafir debîn
edî bo îslam wa be cê mawe
***
’îlim řê nada demim bibestim
ger bimxinkênin debê pêy hestim
bełku şad ebim be mujdey qur’an
le samî ’îlim bê hoş û mestim