meḧtî beẍda

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  594 views
aramî diłan diłgîr û diłşad
beheşte ’alem pêy dełên beẍdad
win bû le pêş çaw baẍ û beheştî
mazîArabic meşhur bû be baẍî şedad
***
her ew baẍe bû êsta beẍdadye
bebê zêde û kem baẍî sebaye
î biřwa naka ’eqlî xefîfe
xoyetî îrim û nawî gořaye
***
mekan û cêgay aramî diłan
mangî çarde bû řûnakî asman
parîs û taran şarî estembol
wek dême kare bo ême lubnan
***
wa keyfî deka qemer bo dîcle
dił le temaşay her weku tîfle
xoşîm nedîwe ẍeyrî ew deme
dił samî nema dergey ẍem qifle