emin

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  488 views
herçend kiçêkim wa dełêm bedew
le mêjûy jînda xawenî pêřew
şermî însanî û řêy ’îlim û xebat
heta mîlletim hestênim le xew
***
leřêy ew geley parepare bûy
ḧazrî bikem be xesyet û xûy
wek qedem xêr û fatîme û dersîm
mafî xom dewê û kemtir nîm lecwî
***
serberz û diłpak her wek xanzadî
batas û herîr leřêy azadî
şahî xawer û paşay řwantus
derçûn le dîlî bo jînî şadî
***
kiçêkî serberz û piřşerit û peyman
’aşiqî gel û xakî nîştiman
wek şêx se’îdî bê sam le mirdin
sêdarey faşî û sûtan û xinkan