nayannasî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  480 views
to deçye lay ewaney şi’ur mirdey dînarin
bê dîn û bê mebde’u le hejaran bêzarin
lemew pêş têkoşer û xebatkerbûn xeyałî
êsta ke xet zyane çunkî xawenî karin
zořnay bê rê û hejarî bo wane bo lê dedey
dujminî dîn û dunyay edebyat û eş’arin
ewane her ’aşiqî zewî û zar û ḧedîqey
řazawey wek bûkanî naw koşk û naw telarin
îsti’mar dujminyane be qise û xeyałî nadî
xwênmijîş her xoyanin bexoyan îsti’marin
ełła ełła xeyałe fiř wifêl le hejaran
syaset bûyte syaset syasî wa gelek zordarin
samîPen name herçend hejarî bimre gelek baştire
nek minetî ewaney wek dujminî hejaran