debînê daxo

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  484 views
wa çiray mêjûy jyan hat wa le qaran heł kira
mirdinî zordar û xwênimj hate kaye û ḧel kira
wa milî peywendî faşî her be xwênî pel kira
. . . . . . . . . .Missing
nabê xwênî lawî mêjû lew peley biřjêtewe
wek çiray yezdan le eflak çon bexoy dekujêtewe
morî ḧuř û serbexoyî wa le mêşk û naw diłan
hełqe naw nûsra be xwênî sûrî giştî řay gelan
kewte geł karwanî mêjûy mîlletanî wek melan
defřê bo kwêstanî jîn û jînewey piř şadman
çînekanî jîn le tengî û awedan bûy nîştiman
samîPen name kanî dujminî gel řojî gořî xwên řijan
dêne meydan bo jyanî çînekanî mêjûzan
çeng be xwên wek şêrî birsî deste deste lawekan
dên dełên azade mîllet şêr le seg nařewtewe
cadewn be dujminî gel her bexû û pê řewtewe