bas û gileyî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  549 views
ey weten to çî lebo min xoş û şadî çît heye
baẍî piř guł dengî bulbul sazî fîrdewsît heye
hendê erzî nêrgizîn û sumbul û hem yasemîn
basî nakirê guł le kêwan xaw û nesrînit heye
sêwere û wêncey şilêr û ḧacîle û řeyḧanî deşt
mendîlane û new’î hêro bonî beybûnit heye
řûnî sipyan genmî yek to birincî ’enber zore xo
mêwij û doşawit be zorî řawî hengiwînit heye
xox û henar û naske hermê hem hełuje hem gełaz
baẍî piř mêwe û te’am û sêwî nexşînit heye
sêberî gwêz û çinar û awî kanî û şengebît
ca bemin çî to penîr û awî befrînit heye
awî giřawî korekanît tukî sermî hełwerand
hêşta nałêm ey weten to suç û tawanit heye
tîpî karger aşî azadî negêrê ger be xwên
bê serupa her denałê xakî ẍemgînit heye
«samPen name» û hêzî kargerane bûyte komoney feřeng
qarekan her pênc dełên to necmeyî xwênit heye