nê bo waye

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  479 views
hendê kes birsî û be bê kiławe
le birsan sîs û kale diřawe
hendêkîş telar boy řazaytewe
xwardinî mirîşk û goşt û piławe
***
yan hengiwîn û şîr dejî be başî
leser qalîçe û le qesrî kaşî
le xew hełdestî ḧemam ḧazre
hejarîş nîtî parey baraşî
***
leser ḧesîrê guşêkî diřaw
bê kunce xanî ne nan û ne aw
samîPen name lê deken weku îzra’îl
katî quř şêłan ke çuwe naw quřaw