pêşewa

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  561 views
ey dilêrî şêrî katu xwên girî xwênî řegez
dest kewe heste be merdî lawî pêşmergey nebez
mujde bê ba xwênî toye mayeyî azadîye
ew xwêneyî wek řijawe bo ḧeqî nek bo ẍerez
***
wa le şaxan da řijawe gyayekan dey xwatewe
bo awî zarî xunçan katê dê dem katewe
bulbulî wa na’umêde xwên le zarî dête xwar
takû beydaẍî berz ka û bo gelî hełkatewe
***
mafî xoy nûsî be xwên bo kurdî merdî xoş ziman
bang deka ey şaxewan û bêçwe şêrî nîştiman
dujminit wek şêr neřandinî êsta wek řêwî hełat
hate jêr pêy xwên řijawin kewte gořê têk şikan
***
bang deka bo yekdî bûnî xake key bałaketan
bibne şureyî asin û erzekey wała ketan
ta biłên samîPen name nema xo lawî kurdî serbiłnid
werne sayey serbexoyî sêberî ałaketan