bexwa bawkekem

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  540 views
her gelêk gewrey dînar perist bê
debê wek ḧeywan her gwê le mist bê
le dest bêganan her bo serbiřîn
ya wekû meymun her bo hełpeřîn
hemû kat şêt û her dił piř qînin
bewan bê kor bin yekdî nebînin
ya le penayan wekû pîspîsok
ya le derkan bin her wekû kisok
dijunu guřî be zorî pîsk
ahî lêbden bo şîwêk nîsk
suk û çiruk û naşîrîn û bê sam
lelay bêganan sard û suř bê tam