hêmnît çon dewê

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  782 views
hêmnaym dewê hêmnaym dewê
gelêk man nedît weha serkewê
dest nekatewe û zor aza nebê
debê wekû xak lebin pê kewê
***
wekû qaloçe necûlêtewe
lebin pêy keran bitulêtewe
mafî xoy newê biłê hêmnim
misteḧeqî bê û ba biřzîtewe
***
gelêk le jînda le řijanî xwênê
merdane û sexî xwênî biřjênê
wekû şêrî neř řubeřwî dujmin
dest bikatewe û dest buweşênê
***
maf werdegîrê her be xwên řijan
xwênî birjênê le goşey meydan
«samêkî» neka le gulley germ
le firoke û şestîr le topî zeman