birayî
From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
1 minutes
830 views
xebatî hawbeş kurd û ’arebî
pêkewe bîkeyn karman ça debî
pêkewe hestîn lebo xwên řijan
jehre bo jînî řec’îw xwên mijan
heste têkoşe lawî newcewan
çawî le toye gel û nîştîman
wird bewe boçî xakit let lete
bo lawit le bend zincîr û pete
be xwênî toye azadî wiłat
dujmin piştî da wek řêwî hełat
çende be kełke xebatî hawbeş
dujmin dekatin bê beş û řû řeş
çende be same xebatî xwênîn
lebo azadî xwênî biřjênîn