sirûd

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  633 views
kurd mafî wergirt le yazdey azar
şayî û seyrane le bax û gułzar
dirext û kanî giştî jyawe
gułukî şaxan dejî be bawe
ew bax û şax û ew doł û deşte
wek baxî yezdan dełêy beheşte
awî hełdekułê le şaxan deřjê
beser gulukan deřwa û depřijê
depřijête ser xunçey gułane
bulbul dexwênê lew kurdustane
dełê cejne hat le mangî azar
awî cobar û kanîle û řûbar
deřjê dête xwar dełêy kewsere
beserxakî wek doř û gewhere
wa řazaytewe herweku sebay
dirextî dejê depşikiwê be bay
xoşî û şadî bexşî mujdey azar
awî azadî liqî dête xwar
bo ser pêşmerge û bo ser ew lane
ser laşey pakî xwênřijawane
pişkut demî da gułî xwênawî
dełê hermawe pêşmerge û nawî
kiçî wek ḧorî lawanî ẍîlman
kurdistan bûyte beheştî yezdan
samîPen name birûske û tirîşqey behar
debte çiraxan lenaw berd û dar