şînî bane

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  444 views
qanûnî dinya her waye
xoşî naxoşî le dwaye
ew baney şarî bê wêne
ew sał çeşnî gomî xwêne
ew baney wa xoş û diłgir
ew xełkî dił zîndû û nemir
«ba»y ba birdî her «ne»y mawe
bo şîn gêřan her ney mawe
terzey bomî pêda barî
win bû şwênî şûrey şarî
lew şarey ser sewz û şîne
ecel kirdî wek mel çîne
bê hîwa man kîj û lawan
beçkey bê tawan bê bawan
şewî şayî bûk û zawa
řojî hîwayan bû awa
xwênawî bû desrey hewrî
pis pis bû zincîrey dewrî
guł peřpeř bû bulbul nałî
perwanem dî sûta bałî
bomî be’sî cergî biřîn
xara û taray lê hełdiřîn
êsta gişt ew dar û çêwe
pełe û şwênî xwênî pêwe
xizim û dostî taze û kone
kujran kê ma bêjê çone
ba řeşpoş bin hewraz û çiř
şîngêř bin kewbař û kuřkuř
bî mecnûn ba xoy řajênê
firmêskî şewnim biřjênê
cergim sûta bes kem beḧsî
ya xwa mał wêran bê be’sî