bûkî şaran

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  693 views
bûkî şarane şarî bokanê
kanî zêřîne gewherî kanê
dîmene, çîmene, çeme, baẍe
xwar seqiz řojhełatî sabłaẍe
seddî zêřîne řûdelay şerqî
bo şîmal řûke myandiwa û berqî
le hewełyan meley bike be dwê
lewî tiryan be azerî bidwê
dewr û piştî kel û tepe û deşte
diłgir û diłřifên û cê geşte
coye, cobare, kanîye, awe
wek behşitî deçê legiş lawe
ḧewzekey çeşnî ḧewzî baẍî êrem
ne be dînarî saz buwe û ne direm
şanehengiwîne awekey be xewas
pûre perwînî ha tya řeqqas
duřiř û ełmase xîzekey textî
gewher efşane bew diłî sextî
yek dû mistan wexo û biłê oxey
«wimin alma kil şi’ ḧîArabic»
ew qeła berze kaxî serdare
serberz lew dyare ew dyare
çwarekan řûḧî her çwar û şad
çwaryar yaru bê û ’edałet û dad
lêw bibûrê xuda hezaran car
hełbijardin weha debê cê şar
çomî sîmîne řûdî pêda dê
em berî şare ew berî ladê
wek musellaye baẍî mîrawa
her bixo mîwe bêje maława
awî çawan wexone řuknabad
kilî çawane xakî ’elyabad
şarî bokane cêy edîbane
şarî mîwangir û ẍerîbane
kê debînî le şar û etřafî
le kemał û huner nebê mafî?
hemû mezgewtekanî pênc feřze
bangî «alilh akbirArabic»y berze
ḧewz û awî tewawî cê نۆێژن
نۆێژ neker her ewanî بێنۆێژن
xoşe aw û heway ne germe ne sard
piře ’embarekan le genim û ard
bawkî gişt ew hemû kuř û newe bû
’aşiqî nanî genmî «yekşewe» bû
şarî bokan «ḧeqîqîPen name» lêre ejî
şukirî aw û hewat neka çe ejî