desełat

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  679 views
ey xuda çende xoşe gyan kêşan
şew leber kêç û řoj leber mêşan
me’denî ew duwen be quř gîrên
qereda û paşbiłaẍ û derwêşan
ewe neqłî hezarusêsedye
ger be şemsîy seney bidem pêşan
zor weřez bûm gutim deřom degeřêm
deçme nêw xizim û tayfe û xwêşan
çay sibeynêm nexward û řê kewtim
bo neharê geyştime gamêşan
hełgeřam hênde bendenaw benden
řêk qul û qaç û bendenim dêşan
xanexwê hatewe ewîş wek min
kifit û mandû bû laqî řakêşan
texte nerdêkî konî bû hênay
teqe teq wergeřa şeş û bêşan
xełkî awayî dewreyan lêdam
her le sofî hetakû derwêşan
cigerem pêbû besteyek dem û dest
lêm tewaw bû le sayey lakêşan
çûme xezmet mela le mizgewtê
birdimye małewe be řakêşan
gutî parem nye dena mufte
pyawî wek to be pare hełkêşan
le heray da «ḧeqîqîPen name» mîwane
be edib bin meken hera û kêşan
şêwî lênên semawerê têxen
hode řaxen be feřş û lakêşan
da mirîşkêkî ser biřn mirdîn
be lepêne û be çêştî biřwêşan
her ke bo şew supay gene û quřnû
mişk û dûpişk û kakłemêşan
ḧemleyan kirdimê xuda tobe
naşkurî çon le pyaw deda nêşan
çûyne banî degeł cenabî mela
her dû kewtîne fîkir û endêşan
mêş û mêşûle şełẍeyan dabû
řê nema bo henase hełkêşan
ême çeng û ewan neyan lêda
sût ewan, ême qenneman kêşan
piřî gwêm bû le wirde mêşûle
piřî çawim le wirde mûy cê şan
pîs be pîsî deçê gutî bênin
dûkełê saz biken tepał kêşan
qiseman kird hetakû awa bûn
mang û estêrekanî kakêşan
qîl sipî bû demê beyan berbû
zerde subḧî humêdî da pêşan
ew şewey takû řoj mela nexewt
xizmetî kird û zeḧmetî kêşan
desełatim buwaye demdaye
dang û nîwêkî gundî wirmêşanLocation