qur’an xwêndin le cyatîy parey bertîl

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 9 minutes  780 views

pêş şeřî dûhemî cîhanî bû, řojêk se’atî heştî beyanî, girûhban řeza’î, serokî pasgey jandarmey bokan hate dayre, çuwe hodey karekey, le pişt mêzekey danîşt, bawêşkêkî da û cigereyekî dagîrsand. destêkî dabuwe berçenagey, bedestekey tirîşî carubar cigerekey dena be lêwyewe û mijêkî tundî lê deda. demî dekirdewe û dûkełeke leserxo qef qef le demî dehate derê. leser mêzekewe bo lay mîçî hodeke xetêkî marpêçîy dekêşa. detgut kiło xełûzêkî nesûtawe lenaw menqełî zistanî małe feqîrêkda dûkeł deka û le tawî serma derge ya pencere nakenewe û be dûkełeke řazîn.

le řastîda dûkełeke dûkełî ’adetîy cigere nebû, boçřûkîşî lê dehat. kesê naşareza bwaye way dezanî paşmawe dûkełî tiryakî şew le kelên û qujbinî wirgîda mawetewe û êsta têkeł dûkełî cigereke debê û dête derê. bełam nexêr, boçřûkî cerg û henawî bû, agir le derûnî berbûbû, xem û xefet ya baştir biłêyn tirs û xof aramî lê hełgirtibû, peyta peyta bawêşkî deda. wa dyarbû şew nexewtibû, êstaş beyarmetîy cigerekêşan peroş û pejarey şewê le mêşkîda le bêjîng û hêłek deda. dway witûyreyekî zor bedengêkî serokane na, bedengêkî le ’adetîyş nerimtir bangî kird:

- ḧusên qulî!

ḧusên qulî, ke le hemû jandarmekan demřastitir û beguř û gêçełtir bû, hate jûrewe û teq herdû laqî leyek da. destî řastî ta binagwêy berz kirdewe û bedestî le binagwê niraw û bewrgî awsawyewe detgut kûpey tirxêneye.

řeza’î: çendî mange?

ḧusên qulî: bîst û sêy mange.

řeza’î, henaseyekî dirêjî hełkêşa û leber xoyewe gutî: yanî ḧewtûyekî mawe. emcar řûy kirde ḧusên qulî:

- em mange wez’ekeman zor şipirzeye. eger me’aşekey xoşim û êweşî bixeme ser derî nahênê. pênc sed timen le kwê bênim? beřastî bo êre pênc sed timen zore, betaybetî le beharda, ke xełkeke xoşyan ḧasłî parekeyan tewaw buwe û hîy emsałîşyan pê negeyştuwe, bew kej û kêwaneda biław bûnetewe û xerîkî kar û kasbîn. ne şikat û şikatkarî heye û ne kêşe û hera.

ḧusên qulî: dey ca ba em mange hêndêk qerzar bîn, le paşan deydeyn.

řeza’î: şitêkî seyre! to çend sałe jandarmî, keçî êsta qisey awa dekey! meger nazanî serheng em core qisaney be gwêçkeda naçê?

şitî way pê bigutrê desbecê hemûman degwêzêtewe. lewaneye gêçełêkîşman bo saz bika. eger şitumekî xoşman firoştibê, debê parekey bo tewaw keyn. bełam ew qerzey deyłêy detwanîn legeł xomanî bikeyn, yanî em mange her tenya be me’aşekeman bijîn, we le paşan têy hełbênînewe.

ḧusên qulî: bełê, bełê, tê geyştim, êsta pûłekey serheng çendî keme?

řeza’î: dû sed timen.

ḧusên qulî: xwa selametit ka, dû sed timen ewey dewê?

me’mûryetêk bide bemin, me’mûryetêkîş bide be řeceb qulî, pûłekey serhengîş tewaw dekeyn û hêndêkîş bo êwe demênêtewe.

řeza’î: ewey demênêtewe bê êwe nayxom, bełam le ḧewtûyekda ewe dekirê?

ḧusên qulî: boçî nakirê? çare nîye. ême ke bûynete pyawî dewłet debê zeḧmet bikêşîn.

řeza’î: ewendey ser dehênim û debem, êsta me’mûrîyetêkî wa nîye ke ew hemû dêhatey pêwe bigeřêy. tenya dewsyey mazadî pareke heye, ewîş êsta bem behare mazadî çî? eger kareke zil bêtewe û bigate şikat û hatuhawar, tûşî meynetêkî zor dêyn.

ḧusên qulî: nexêr, nayełim bigate şikat û şitî wa, xom dezanim çi dekem. to bom binûse.

řeza’î, dewsyey mazadî pareke derdehênê û dełê: bokan çwar bilûkî heye: turcan, yełtemir, yexteçî, behê. be hemûyanewe dû sed û çil dên.

ḧusên qulî qisey řeza’îy biřî û gutî: na, na, turcan û yełtemir, řûte û pûten. wa bepele hîçyan lê hełnawerê. min binêre bo yexteçî.

řeceb qulîş bo behê.

řeza’î bîrêkî kirdewe, destî da qełem û nûsî:

«jandarim, ḧusên qulî! pêwîste biçîte ser xawen miłkekanî bilûkî yexteçî. herkes mazadî parekey leser mawe desbecê pêy bar bikey û bînêrî bo mehabad. eger biřubyanûy hênawe bîhênî bo êre».

ḧusên qulî dû jandarmî legeł xoy hełgirt, tifengyan kirde şanyan û swar bûn řoyştin. deyzanî kwê bijwêne û kwê kiřêne. xoy le xawen miłke gewrekanî ke dostayetîyan legeł serleşkir û serheng û şitî wa hebû bward, řûy kirde xawen miłke nawencîyekan. ewey mazadî leser mabû 15-20 timenî lê estand. ewey leserî nemabû deygut nawit legeł ewane hatuwe ke neyandawe. biçore bokan lay serokî jandarim, beşkim lewê řûn bêtewe ke dawte yan na.

emla, ewla, axrekey be 5-6 timen wazî dehêna ke ew seferey weber nexa.

ḧusên qulî be 4-5 řoj dû sed timenî ko kirdibuwewe. kewtibuwe kiřukaşî zyadî. nêzîk nîweřo bû geyşte gundî (kanî tomar). lewê nîweřojî kird û seyd ḧesenî xawen miłkî awayîyekey hełpêça ke bînêrê bo bokan. seyd ḧesen le kemewe û ḧusên qulîyş le zorewe destyan kird besewda. le dway çene lêdanêkî zor leser de timen řêk kewtin. ḧusên qulî de timenekey wergirt û berew (ḧacî kend) kewte řê.

êware geyşte ḧacî kend. ḧesen aẍay ḧacî kend le dîwaxan legeł çend kesî mîwan danîştibû. ke le dûrewe çawî be jandarmekan kewt, desbecê mîrzay bang kird û gutî: biço, beher corêk bê karêkî wa bike biřon, ba nebne mûy lût le mîwanekan.

mîrza be pîryanewe çû, destî kird besewdakirdin legełyan ke ew şeweyan lê bikřêtewe. çendeyan bidatê lewê danebezin û biçne dêyekî tir.

ḧusên qulî le bîst timenewe û mîrzaş le pênc timenewe destyan pê kird.

ew timen timen dehate xwarê, emîş timen timen deçuwe serê. ḧusên qulî le dwazde timen pêy çeqand. mîrza ke dîtî îtir faydey nîye nayete xwarewe, dwazde timenî daye. ḧusên qulî werî girt û naye baxełî, řikêfî lê da û berew (daregirdełe) kewte řê.

ke geyşte ewê řoj awabû. le małî mame ’elî dabezî. herçende daregirdełe kwêredêyek bû, mame ’elîyş derk û dîwaxanêkî way nebû cêgey ḧesanewe bê, bełam şew dahatbû, jandarmîş destî şewî nîye, naçar bû lewê bimênêtewe.

sibeynê ḧusên qulî le xew hełsita. be bermałekanda řoyşit, biçête ser ḧewz û aweke demuçawî bişwa. geyşte berdergey małêk dengî qur’an xwêndin dehat. lewê řawêsta. bîrî kirdewe û le diłî xoyda gutî:

eme herkes heye, yan melayek, yan ḧacîyek, seydêk, şitêkî waye.

debê şepkeşî le serda nebê. kewaye şitêkî lê hełdewerê.

fîkirekey be şêwe û řewştî jandarme řast bû, çunke dewłet qanûnêkî danabû debû hemû kes çaket û pantoł leber ka û şepke le ser nê. cilubergî kurdî, ke bergî mîllîy kurdekan bû. qedeẍe bû, herkes leberîda bwaye, bepêy ew qanûne tûşî gêçełêkî zor dehat.

ḧusên qulî bê pirs û řa çuwe jûrewe. mela kerîm ke pyawêkî pîr û řîş sipî û melay awayî bû, beyanî nwêjî kirdibû, hêşta leser bermałeke berew qîble danîştibû qur’anî dexwênd. pûre menîcî jinîşî çay lê nabû, be dyaryewe danîştibû, ta mela le qur’an xwêndin debêtewe.

mela kerîm ke dîtî bem beyanîye le cyatî xêrubêr ew bełayey lê peyda buwe, sipî hełgeřa û qur’an xwêndinekey lê têk çû, bexêrhatnî ḧusên qulîy kird û be melajnî gut çay tê ka.

ḧusên qulî be nîwe kurdî û nîwe turkî gutî: çay naxomewe, deçme małî mame ’elî. xêra xot saz ke, debê bêy bo bokan.

mela: min le řêy hîçda nîm, karim be çak û xirapî dinya nîye, pîr û pekkewtûm, boçî bêm bo bokan?

ḧusên qulî: gwê nadeye qanûnî dewłet. ne şepket le sere, ne çaket û pantołit lebere. meger eme bê qanûnî nîye?

ḧemeşerîf dirawsêy mela ke çawî lê bû jandarim çuwe małî mela, desbecê hat beşkem beher corêk bê mela le çing jandarim řizgar ka.

ḧemeşerîf řûy kirde ḧusên qulî:

- kuře ’eybe, çît lem pyawe dewê! eme le kwê biř deka bête bokan?

wazî lê bêne. însaf şitêkî başe.

ḧusên qulî: min em qisane nazanim, pyawî dewłetim. debê fermanî dewłet becê bigeyênim.

ḧemeşerîf ḧusên qulîy birde ḧewşeke, hêndê sirtey legeł kird û hatnewe jûrewe. ḧemeşerîf gutî: be pênc timen řazîm kirduwe waz bênê, bizanin pênc timenekey bo peyda ken.

melajin ke afretêkî pîr û řeq û wîşk bû le tirsanda delerzî.

bezeḧmet hesta û destî kird be pişkinînî piřuprêske, axrekey dû timenî dozîyewe, daye dest ḧemeşerîf û gutî: bexwa leme zyatir le małmanda nîye. ḧemeşerîfîş gîrfanî geřa taqe timenêkî pê bû, derî hêna û legeł dû timenekey melajin day be ḧusên qulî û gutî: nîyane, hîçyan nîye, eweta be berçawî xotewe min timenêkyan bo dedem. minîş her ewendem pêye egîna dirêxîm nedekird.

ḧusên qulî ke dîtî hîçî tiryan lê peyda nabê, sê timenekey wergirt û řûy kirde mela:

- mamosta, leber xatrî qur’aneke ewa werî degirim. daykim dû sê mange mirduwe, le cyatîy dû timenekey tir qur’an bo daykim bixiwêne.