kîjî kwêstan

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  694 views
dezanî çone wa mawim? le ’îşqî diłbere manim
depirsî boçî damawî? le destî yare damanim
diłey perwanekem tînî şemî řûtî nîye boye
wekû perwane sûtawim wekû şem dîdegryanim
be şimşîrî biro û tîrî mujet karî kira cergim
şehîdî me’rekey şimşêrî ebro û tîrî mujganim
le dûrî çawekanit çawekem ḧukmî nema çawim
kirasî yosfe dermanî çawî pîrî ken’anim
leber xem çem debarênê leser mezray diłim esrîn
miradim şîn nebû gerçî pełey da hewrî baranim
tehumten bo cigergoşet gelê pêwîste noşdarû
be nûkî xencerit cergim biřa damawî dermanim
eger to leylekey bê meylekey serxêłekey nazî
minîş mecnûnekey awarekey deşt û byabanim
behare û katî guł pişkûtin û derkewtinî xêłe
be hîway dîtnî bałanemamî kîjî kwêstanim
diłim sûta wekû perwane firmêskî şeme awim
wekû bulbul le ’îşqî xunçe cergî let lete danim
«lisan alẍîbArabic»y şîrazîPerson meyî baqî dewê saqî
minîş muḧtacî tom û çaw le destî xêr û îḧsanim
leber çawî ḧeqîqîPen name baẍî mîrawa musellaye
gewaratir le řuknabade awî ḧewzî bokanim