behar

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 3 minutes  981 views
çizey birjanî cergim bûne boso
qełay befrî sipî kirdin qełaço
neyarêkî dije zistanî namo
şukir derçû le naxî dił kuł û ko
ewa bay we’de hênay bonî şewbo
behare û serdemî seyran û geşte
der û deşt û çya wêney beheşte
le bijwênî zemendî kêw û deşte
tebeq caran ḧewt bû êste heşte
zewî herwa le şik da heşte ya no
pełey hewran kiran dîsan ḧewałe
le kêwan girme girim û nałe nałe
le ḧandî bonî beybûn û hełałe
’ebîr û mîşkî çîn meşkey hełałe
le mewla ’etrî qemser kem deken bo
le nêw baẍî gułan şewnim debarê
sefa dê xew detorê xem detarê
le razan qaz û qumrî dêne xwarê
qelî řûřeş biłê ba xoy weşarê
le ber çing û pilî bazan û şaho
eger berz û newî dîwe û nedîwe
îrem dîw dîmenî away nedîwe
řeqîbî kax û qesran kox û dîwe
nimûney cennetî keywan xedîwe
humay endêşe mawin destew’ejno
le deşt û çîmen û yał û qed û şan
sef arayî deken polî wenewşan
şilêr û swêsne hem sułtan û hem şan
řefîqan xew bese wextî temaşan
beyan berbû giznigî da le aso
le ser sîney çya lêzgey gułî yas
be ’eynî xişił û gerdenbendî ełmas
guł û bulbul le geł yek lê deden las
dexwênin «an yikadArabic» û sûřeyî «nasArabic»
heta dûr bin le çawî pîs û şano
şewî mehtabe şewnim şu’le řadêr
duřî wirdin piřîşkî awî hełdêr
řefîq û hemdemim lew deştî zenwêr
ḧîkayet xwanî mewlanaye bilwêr
kewî kêwî defe û çenge û pyano
gizing engût û guł pişkût û barî
leser feřşî zumuřřud řengî barî
behar! ey bûkî bê wêney lebarî
qetarî bareşayî zêře barî
keme bo zêřweşan ser başe koko
be yarî řojî řût û perçemî şew
be řojî řûn diłit birdim be şew xew
qisen peymanî atlantîk û werşew
ewan ba her le fêłê bin lem û lew
emin peymanî to nadem be nato
be xunçey pêkenî guł boye sił bê
nełê wêney demim perjînî guł bê
le dûrî to eger jînim be dił bê
eger dił ẍeyrî to bo kes le kuł bê
le pêy meḧşer webałî tom be esto
peyamî da cewanêkî hewesbaz
be pîrêkî ke hênabûy le jîn waz
ke toş bûte wekû min yarî mumtaz
etoş dîwte le yaran ’îşwewu naz
çi mawin xatrey ew dem le lay to
wiłamî dawe êsta her minałî
eto ’îşqî mecazît dîwe kałî
le şêxî mesnewî coya be ḧałê
ke dił bê ’îşq sindûqêke xałî
diłêkî wa ke to netdîwe ewto
le şewqî řûmetî wek şem dyaran
şewaren kew le kwêstan û hewaran
be yaran bûne baẍî guł beyaran
ḧeqîqîPen name to biłêy katî beharan
řefîqanim biken yadêkim axo