ḧerîq

(1907 - 1851)
From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 21 minutes  1785 views

kiřyarî kałay bazařî bwêjan, sûtawî bałay destebray kêjan. diłî bulbulî dewrî gułî tîwlojî, zimanî pasebanî baxçeseray wişey xoş bêjî. fîkirî bûkêkî řazawe be arayşî hemeřenge, wêney edatewe be şê’rî teřî ta pêy biłên qeşenge. gahê le sozî ’eşqî mecazda zimanparawêkî bê wêne, gahê le yadî pîrî burhanîda sitayşixiwanêkî diłxiwêne. kelley temî kirduwe ke dîwye «nalîPerson» basî çî kirduwe, semtûrî dengî dawetewe em basî kuřî kirduwe. pabendî «mewlewîPerson» ke bû be pepûley «şêx sîraceddînPerson», xoy kird emîş be gułebeřoje le dewrî «şemseddîn». sereřay emane bote efsane, sîney be têẍî cewrî zemane, encin encine û ełhay dermane!. şa’rî diłsûtawî em meydaneman nawî «sałḧ û kuřî mela nesrułłay zîwyeyî» ye. zîwye gundêke le «sûrdaşLocation» le lîway suleymanî, pałî dawe belay řojełatî kêwî «pîremegrûnLocation» ewe. mela nesrułłay bawkî zayndey dêy «kaşterLocation» e. «lon» û «kaşter» dû gundin pałyan dawe be kêwî «şaho» weke kewtuwete beynî «hewramanî lihon» û «cwanřo»; dîwî cinûbî pałî dawebe «maydeşteweLocation». mela nesrułła be feqyetî le wiłatekey xoy peřit ebê û lepaşa be melayetî le dêy «zîwyeLocation» egîrsêtewe û jin dênêt. sałḧî şa’rî ême lew dayke û lew bawke le sałî «1851» y mîladî le gundî zîwye dête dunyawe. lelay bawkî seretay xwêndin dest pê eka, lepaşa eçête suleymanî le mizgewtî «şêx muḧemmidî berzincîPerson» ebê be suxtey feqêyan. geştêkî «qeredaẍ» yişî heye. le «byare» ş basî nîkaḧ le kitêbî «minhacNamed-Entity» y newewî lay şêx ḧeyder exwênî. serêkî tir suleymanî edatewe. le «1884» le «pênciwênLocation» «gilinbiwî birhan» - ke ’îlmî mentîqe - lelay mela ’ebduřřeḧmanî pênciwênî exwênê. lewêwe eçê bo mukiryan, maweyekîş lew naweda her be feqyetî esûřêtewe, lepaşa řêy ekewête xaneqay «şêxî burhan», lewê ekewête dawî terîqetewe, le «şêx yûsif şemseddîn»Person - şêxî burhan - terîqet wer’egrê, lepaşa le «sabłaẍLocation» ebê be mudeřřîsî mizgewtî «seyîd ḧesen». her le sabłaẍ jinî hênawe û kuř û kiçêkî lê buwe. îtir paşmawey jyanî eka be pepûley dewrî çiray şêxî burhan. ta le «1907» y mîladî le temenî 56 sałîda koçî dwayî eka û le gořistanî «mela camî» le sabłaẍ enêjrê.

xawenî em basey ême pyawêkî myane bała û genmiřeng buwe, çawî piřupûş û biçûk buwe, řûmetî meylew dirêj buwe, řîşêkî top û beşî zyatrî sipî buwe. zemanparaw û be ehwenî qisey kirduwe, mêzerêkî sipê sabłaxyaney leser nawe, guzeranîşî wa nebê xoş bûbêt!. aya çî mela sałḧî hełxiřanbêt bo ewe xoy bawêjête koşî şi’rewe? aya kemendî nazî nazdaran bûbêt? ya tavge wigułałey serçawey kwêstanan? ya koyleyî û kesasî û derbedrey şaran? řengibê emane hîçyan nebûbêtin, bełkû sozêkî fîtrî û kemend kêşêkî derwêşî buwe. mela sałḧ le seretawe şořşî sozêkî derwêşî têda buwe, bełam tenya soz û hîçî tir, neyzanîwe îtir řû le kwê ekatewe. em hestey naçarî kirduwe bexwêndinewey dîwanî şa’rekan. betaybetî pabendî «mewlewî» û «nalî» buwe. le dewrî naweřastî feqyetîda kewtuwete giřugał. leber sûtanî perwaney diłî be dewr momêkî nadyarîda «ḧerîqPen name» y kirduwe be nawî şi’rî. ke pêş kewtuwe bolay ew mome şuřşekeşî pêş kewtuwe. le seretawe şi’rekanî ewende be coş nebûn û zor be giranîş boy hatuwe, lepaşa ke momî xoy ebînêtewe ke şêxî burhane serçawey şi’rî wekû kanyawî behar heł’equłê. le dewrî axirda sozî ’eşqî şemseddîn way lê kirdibû her ke qisey ekird, qisekanî şi’ir bûn. zor ḧezî becînas wi’îbaret řengînî kirduwe, êcgar be şanazîyewe witûyetî:

bêre meydanî fesaḧet espî xot lingide «ḧerîqPen name»
ta bizanim kê be şi’irit suḧbet û bazî eka?

em qisaney way lê kirduwe legeł «nalî» da kewtuwete pencebazîyewe, wekû pêy ełê:

sed ḧeyfê ke to «nalîPerson» bew pîrîye mindałî
bem terze le ’îşq edwêy, zêba kiç û dêba kuř

em şi’rey lew biře şi’reyetî ke seretay ekatewe be:

’îşqit ke ḧeqîqî bê tałb mebe îlla kuř
hem ḧezretî lewla kuř, hem yûsfî wala kuř

emey beranber bew biře şi’rey «nalî» wituwe ke seretakey ełê:

’îşqit ke mecazî bê xwahîş meke îlla kiç
şîrîn kiç û leyla kiç û selma kiç û ’ezra kiç

şanî le şanî «mewlewî» ş dawe, ke çon mewlewî perwaney şêx ’usman sîraceddîn buwe û be biře şi’rekey ke be:

şêxî dewłemend behrey sermedî
yagey ḧeqîqet, cîlwey eḧmedî

seretakey ekatewe û sozî xoy beranber be şêxî xoy derbiřîwe; emîş buwe be pepûley şêx yûsif şemseddîn û bew biře şi’re şêwe hewramîyekey, ke seretay ekatewe be:

ce sub seḧerda dîm ẍunçe demê
ne perdey ’îsmet nimana çemê!

we gudazî xoy beranber be şêxî xoy der’ebřê.

êste etwanîn bêyne ser ewe ke bas le hendê le şi’rî «ḧerîq» ewe bikeyn bo ewe payeyman le meydanî edebyata bo derkewê, we ew řêgane ke le şi’irda girtûnî bizanîn çe core řîgayekin le edebî kurdîda?.

ḧerîq le dewrî naweřastî ’alemî şi’irda ebê, peykerî nîgarêkî perî amêz qapî baẍçeyekî tebî’etî bo exate ser gazî pişt û emîş pê enê be cergî xoya û eçête ew gułşenewe û pêy ełê:

çawekem emřo le gułşen guł be ’îşwe xoy nwand
nek nimekgîr bim, be mergî to qesem hîç nemdiwand!
guł be tozî pêtewe laf û gezafî lê eda
wa şukir sûsey nesîmit hat ewîşî lê sitand
neşterî mujganî to hatuwete ser sefḧey řuxim
her xetê bû ẍeyrî xettî sewzî to, pakî kiřand!
leşkirî ahim legeł ceyşî ḧebeş de’wa eka
ḧîretim mawe ke çon ew diłbere diłmî řifand?!
bo gułî řût hatim û perçem ebînim boye wa
mahî newrozim be şîwen wek muḧeřřem xoy nwand!
to le ewweł, goy wefat hênaye nêw meydanewe
êste çewganî xîlafit piştî sed we’dey şikand!
tuxwa qet ẍîrete bo to erê serwî řewan?
guł bebê to wa le baẍa xêwetî xoy lê çeqand!
ba wicûd însaf bidem çake, gułîş muştaqte
her le şewqî toye serpoş û girîbanî diřand!
her kesê mayl be bîrêke û terîqêkî heye
to be şu’ley ẍem «ḧerîqPen name»y wa wecaxt hełgiřand!

ḧerîq boye çuwe ew baẍçeyewe ke karesatî peřey gułebaxekan bibînê û lepaşa bo peykerî perî amêzî bigêřêtewe û pê biłê: ke çûme gułşen guł be nazêkewe řûy tê kirdim, bełam min leber ewe ke diłim bonî gułî řûy toy girtibû, le tirsî ewe newek nimekgîr bibim û bê wefa derçim - qesem be mergî to - hîç qisem legeł nekird!.

zor seyr bû! carêk to řêget kewtibuwe ew gułşene, tozî pêławekanit nîştibûne ser peřî gułekan! xerîk bûn leber ew toze le xoyan bayî bibin! dest xoş, kitupiř sûsey bay ’etramêzit hat lêy sendinewe û neyhêşt ewende fîz biken! be xeyał neşterî birjangekantim hênawete ser řûmetim be corêkî weha ke řû leser řûyn!

mebestekeşim eweye ke ew birjangane tenya xetî sewzî simêłim nebê ke taze derhatuwe û le yadî to. be bonî hinasey to řwawe, hemû şitêkî tir bikřênê û layberê! emeşim bo ewe kird ta to bizanî kuřêkî şox û şengim û taze kewtûmete meydanî pyawetî û bekełkî ewe dêm ke lam lê bikeytewe.

leşkirî ah û nałem ke cimecmyetî, xerîke legeł qoşengî zułfî řeşda ke ełêy urdûy ḧebeşe le řeşî û zorîda, ceng eka. êsteş sersamim! nazanim xawenî ew leşkirî zułfe - ke diłberme - çon twanî diłim bifřênê bo ewe ke pelupom bibřê û hîç ahim têda nemênê ta be dest leşkirî zułfekeyewe bişkê?!

min le seretawe ke hatim bo gułî řûmetit hatim, ke çî perçemtim çawpêkewt, mangî newrozim lê bû be mangî muḧeřřem. ḧerîq lêreda zor wird řoyştuwe, carê mangî newroz mang ew mangeye ke î’tîbar ekirê le 21y şubatewe ta 20y marit we řojî 21y řojî newroze. ew mange leber ewe ke newrozî beşwêna dêt û dar û dewen û guł û gya ebûjênewe mangî şadî û ahenge. mangî muḧeřřemîş ew mangeye ke matemî kujranî ḧuseynî têda ekirêt û mangî giryan û şîwene. ca ełê: min ke hatim bo gułî řûmetit hatim, ke guł le mangî newrozda ebê û mangî şadîye, ke çî perçemî řeşî peřş û biławtim çawpêkewt, mangî ahengim lê bû be mangî matemî, destim kird be giryan û zarî û şadîm lê bû be şîwen.

dîsan le mangî newrozmangida hemû dar û dewenêk ejyêtewe û hemû çiłêk leber jyandinewe diłop diłop aw leserekeyewe etkêt.

ełê: wa mezane ewe awe û leser çiłekanewe lew mangida etkên, bełkû leber ewe ke to perçemî řeşt poşîwe ew diłupe awane diłopî firmêske û hełî’eřêjin, emanîş be giryan û zarî wekû min mangî şadîyan lê buwete mangî muḧeřřem û mangî matemî!.

tu le seretawe wefat kird be goyek û hênate meydanewe, ke çî êste her xot be goçanî peşîman bûnewe hezar topî wat řafřand.

erê hey bałaberz, ewe çon azayîyeke bo to ke guł le baxana her ke şwênî toy biřî hênay qît qît şapeřî xoy lê biław kirduwe? axir to çon ebê eme qibûł bikeyt?

legeł emeş min pyawêkî be’însafim, ebê eweş bizanim û neyşarmewe ke her ’eşqî řûy to bû kirdye karê gułî hejar sing û berokî xoy dadřand û xoy be berberełayî řîswa kird!.

her kese bo xoy perwaney hoş û fîkir û řêgeyeke.

ay «ḧerîq» y damawî quř beser! çak toyş bûyt be perwaney dewrî ẍem û be biłêsey agirînewe çak wecaxt hełgirand?!.

***

ḧerîq perdey ẍeramî da’edatewe û ekewête kořî mey noşanî tesewuf û felsefey tesewwifewe. lêrda be parêzewe dem ekatewe û ełê:

înkarî sîrayet meke, ey munkîrî muflîs
bê seyrî qemer ke, çe be şewq û be «zyaArabic» ye
munkîr be mesel şebpeře bê nûrî hîdayet
xoy tałbî zułmet bû, xwa nûrî nedaye
her mezbele, her meş’ele cêy piřtewî şemse
yek cêgeyî «fuzilةArabic», yekê cêy «fuzelaArabic» ye
baranî be řeḧmet le teref mebde’î feyyaz
qetrey eserî sunbul û yek çiqił û gyaye
têfkire le eczayî «’inasirArabic» be tebî’et
yek maylî merkeze, yek meyl be hewaye
nuqsan le teref qabîle, nek fa’îlî muxtar
em qewlî mine ře’îy cemî’î ḧukemaye
burhane leser cehlî ’edû şemsî ḧeqîqet
talî’ buwe, ew eḧmeqe coyayî çiraye
çawî be teme’ piř buwe, qelbî be ḧesadet
wek ḧałî beha’îm, řeḧetî her le şewaye
hêndû nîye ayînî le awêne eda te’in
awêne çe sûçî heye ew řûyî syaye
perwaneyî her cem’ê nebî çake «ḧerîqPen name»y
xot bawêjere naw zumřeyî em şemsî hudaye

lêrda baweřî ḧerîq leser eweye ke le dirawsêtî çak çake wer’egîrêt û le hî xirap xirape, we lay waye nizîkbûnewe lebaregay nûranî şêxanî řoḧanê nesîmêkî řizgarbûn le dest nefis û şeytan dêt beřûy însana.

ełê: to nabê înkarî em meseleye bikeyt û biłêyt ca lem nizîkbûneweyeda çe sûdêk wer’egirim?

aya nabînî eger be hoy ew dirawsêtîyewe nebwaye ke lebeynî mang û řojda heye mangeke ew şewq û řûnakîyey lekwê wer’egirt?

ewaney munkîrî em dirawsêtî û tenîneweyen, wekû şemşeme kwêre wane, şemşeme kwêre leber ewe ke xoy her bo tarîkî ekutê, xwa le řûnakî bêbeşî kirduwe. řûnakî bo ew wekû tarîkî bo ẍeyrî ew waye!.

dîsan temaşa ekey hemû şwênêk çe serenwêlk bê, çe cêy gułistan bê, řûnakî řoj lêy eda, bełam yekêkyan - ke serenwêlkekeye - şwênî xiłit û xałe, ewî tiryan - ke gułistanekeye - şwênî ’etir û ’ebîre.

lêreda mebestî be şems cînas û telmîḧêk pêk dênê ke yûsif şemseddîn şêxî burhane. ełê: te’sîrî me’newîyatî ew ekewête ser hemû kesêkî dirawsê, ewende heye ewaney ke be îxlas lesêberî dirawsêtîyekeyda nebin, bêbeş ebin le nesîmî me’newîyatî. herweha baranî řeḧmet ke ebarê, eda beser hemû şwênka, le hendê şwêna be hoy ewewe guł eřwê, le hendê şwêna diřk û dał. le wird û diruştî hemû ’unsur û řegezêk têfkire, temaşa ekey hî wa heye her ser ebatewe qułaxî xoy û bo nawewe eçêtewe, hî waş heye meylî berzîy eka û serewjûr ebêtewe. yek bince gyaye liqêkî pan ebêtewe beser zewîyekeda, liqêkîşî serewjûr řuwew asman eřwa. eme dyare qablyetî wa heł’egrê, egîne fa’îlî muxtar - ke xwaye -; dexêłkî beseryanewe nîye; ew dû liqe gyaye ke le yek taqe tow řwawin û leser yek binc derhatûn, yekêkyan meylî nizmî eka û ewî tiryan meylî berzî. ewe leber eweye ke lewe zyatryan le bara nîye, boye wa eken. lêreda ḧerîq řêgey ’eqa’îdî ehlî eş’erî girtuwe ke ełên «xwa şit dirust eka û ademîzad eyhênête dest» *1*. ełê: em qiseyeş ke eykem qisey ḧukemakane, wa nebê le xomewe peřîbêtme serî. lepaşa dête ser ewe ełê: şwên sebeb kewtin şitêkî řwałetîye, wanebê dozînewey esłî ḧeqîqet bê; temaşa ekey řûnakî çirayek ke dêt û pyaw şwênî ekewê, wa nebê şwên ḧeqîqeteke kewtibê!. lêreşda fîkirî ew şi’rey «nalî» kirduwetewe ke ełê:

eḧwelî tefreqe nezer teqwîyetî sebeb eka
’arfî weḧdet aşna lem qiseye edeb eka

ca ełê: em kabraye boye şwên şitî řwałetî kewtuwe, çunke çaw û diłî be tema’ û ḧesûdî piřbuwete û wekû małatî lêhatuwe, bêcge le xwardin û nustin hîçî tir nazanê. dîsan ełê: kabraye ke xoy le siruştida naşîrîn bû, boçî ebê le awêne tûře bibê, le katêka ke seyrî xoy tyaya eka?!. eger em xoy îşî çakey kird lepaşa le awêney e’małda wêney çake ebînêtewe!. îtir wa nebê bo em çakî û xirapîye sûçêk le awênekewe bibê. lepaşa ełê: ḧerîq, xot meke be perwaney hemû çirayek û le hemû şit xot hełmequłtêne. xot tenya bawêjere naw kořî em pyawçakane ke kořî destey şêxî burhane!.

***

ḧerîq legeł eweş ke xoy be pyawêkî řend û pabendî terîqet hênawete nawewe, ke çî wîstûyetî dad û zarîyekî besozîş le dest cewrî felek hełřêjê û xoy be pyawêkî sitemdîdeş bixate řû, wekû lem şi’raneyewe eyewê eweman bo derxa:

hewrî xefete befrî ẍemî dawe be serma
ya seřseřî nûrîne ke lêy kirdime serma?
gahê be şerarey ẍem û geh seřseřî hîcran
xoşî nebû bo min, ne be germa ne be serma
kewtote serim eşk û ẍubarî elemî dił
ye’nî ke quřî mîḧnete kirdûme be serma
ger eçmewe «saḧbLocation» nîye hîç mûnsî canî
ger dême «seqizLocation» narî seqer wa le cigerma
şahîdme ḧewasim kesekem, çende kesasim
bexwa nîye ẍîret le xeyał û le nezerma
her çende be cîsmanî kedûrim le ḧuzûrit
řoḧanîyetit sebte lenêw zubdeyî diłma
tofanî siruşkim çuwe ser «wicûdî» y wicûdim
keştî tenî tya nuqme, ne «nûḧ» û ne eser ma
lewsawe ke to řoyî, diłim řoyî be dûta
hêlaneyî ten her wekû mawayî seqer ma
bê fewcî wefaket ke cefa perwere îmřo
em leşkirî ahî mine, bê fetiḧ û zefer ma
lem qesweteda ta wekû key perdeyî zułmet
berçawî diłim bigrê, desa bê be guzerma
ayîney dił jengî qesawet řuxî poşî
xakusterî dił suxteyê bêne be serma
meřwane be zahîrke bebê qûtim û řûtim
řûqûtî xeyałit ẍezelî çake leberma
sermayeyî em mułkî xeyałate «ḧerîqPen name» y
ḧeyfê ke telef bû, be heder çû, be zerer ma

beřastî ḧerîq lebabet cînas û ’îbaret řengînî û hełsûřanî wişey «serma» û «germa» be çend me’nayek, çalakane û edbyane hatuwete meydanewe, emey kirduwe.

dîsan her be pêy em şi’raney wa derketuwe ke wîstûyetî jyanêkî xefetbarî xoy bas bika. emey wituwe goya bew nyaze ke le hemû sûçêkî xeyałbazîyewe řimbazî beka. bełam min lam waye ke ḧerîq neytiwanîwe le meydanî baskirdinî xefetbazîda espî xoy taw bida!

başe, ewa xefetî kird be hewr û witman xefet bû be hewr! aya çon ẍem eka be befir? befrê ke sipîye û ẍemê ke řeşe, em teşbîhe çon ser’egrêt? le kurdîda le her layê şitîk şubhênra be befir, aşnayetî lebeynyana ya sipîyetîye ya sardîyetî, lêreda ew aşnayetîye nîye.

dîsan le şi’rî dûhemda ke ełê: «gahê beşerarey... hitid»

şerare ke bo agire, bo ẍem bekarî bênî şwênî xoyetî, çunke agir însan esûtênê, ẍemîş însan etwênêtewe, em aşnayetîye heye le kurdîda, bełam ew lepêşa ẍemî kird be befir û êste be’agir, eme leyek zor dûrin!. ke wa bû ew kesane ke ełên: ḧerîq jyanî be xem û xefet řabwarduwe û em biře şi’reyan kirduwe be bełgey xefetî, dyare zor çak le şi’rekan wird nebûnetewe, eger wird bûnayewe eyanzanî ke ḧerîq betewawî xefet daynepoşîwe, eger wa bwaye wekû şitekanî tirî eytiwanî te’bîrê le diłî xoy bidatewe û tûşî em tenguçełemeye nehataye?!. eme qiseyekî řaste ke ḧerîq leber pabendî be tesewwifewe lewane buwe ke bizanê wa demedemî ewe hatuwe ke kałay xoy le bazařî gêtîda bipêçêtewe û koçî dwayî bika, hênawyetî be çend řojêk lepêş em barkirdineda bem şi’raney xwarewey maławayî lê kirdûyn:

le xermanî emel mêrûy ’emeł cezbî nekird danê
le zeyqetxaneda tirsim heye axir serî danê
ełên cerdey ecel řêga be karwanî nefis egrê
şeqamî sîne ebřê bo meta’î dîde eřwanê
terîdey nefis û şeytan qafłey ta’atî ẍaret kird
eger casûsî îman nebê, dernaçê însanê
tirazûy ta’etit lenge, hetakey emsere û serte?
be parsengî ḧeya des hełbiře, binwaře mîzanê
besî bê ta’etî řûkeş melek seřřafî e’male
muḧessel neqdî qełbe, nařewa nabate dîwanê
ewa berdî ecel hat û le şûşey ’umrî da, sa dey
be qurbanî pyałey çaweket bim têke fincanê
ḧeyat xo çû lenêw camey ḧeyatî ’arîyet bê ’ar!
ewa daway eken çibkem «ḧerîqPen name» y řêy řica kwanê

beřastî ḧerîq lem şi’raneda merdane hatuwete dest û zor be cwanî mêrûy kirdewey le xermanî hêwa bêbeş kirduwe. çend be řêkî û pêkî pêt ełê: ewa řêgrî mirdin le hewrazî sînewe serî řêy be nefis girtuwe û tengî be gilêney çawîş hełçinîwe bo ewe bînayîyekey lê bisênê. řast eka eger hêzî îman nebê, nefis û şeytan be kifrekonî heç kirdeweyekî çake heye hemûy tałan eken.

of, çend be kuł derî biřîwe ew felsefeye ke ełê: tirazûy ’îbadet wa ser eka, desa were pyawane be parsengî şerim û ḧeya řastî kewe û îtir şerim bitgirê ba wa neka!.

řyakarî pare naka, çunke kirdewenûs firîşteye, ewey bekełke ’îbadet û kirdeweyekî xawên û dûr le fiřufêłe ke be řûsûrî ebrête meydanewe, ewî xirapekeşye edrêtewe be serta: «małî qełb ser be xawene!». ax çon berdî mirdin hat û mînay ’umrî şikand!

desa meygêrî azîz ta şûşeke betewawî lêk cya nebuwetewe bom têke pêkê!... lenaw em cilubergî xwastirawî jyaneda hîç agat lêye çon ḧeyat çû û bê şerim bûyt?

bełê, ewa daway ew jyane ekenewe aya «ḧerîq» y axo řêy pařanewe lekwê bê? çareserêk bikem!.

ḧerîq legeł eweş ke şa’rêkî ẍeramî û lepaşa tesewwifî buwe, le bazařî nukteçêtî û cînas perwerîşda çalakane hatuwete meydanewe: le tafî xoyda daway gwêrêjêk le «mela eḧmedî lasûr» eka.

ewîş behaney bo dênêtewe û naydatê emêş ełê:

le ’uzra bû mela, boye cwabî da witî: naydem
wiłax des nakewê çiş, sa çake her pyadem!

cinêwêkî edbyaney dawe: «le ’uzra bû» heł’egrê byanûy bo hênabêtewe, hełîş egrê tiřoy kirdibê, wate: le ’uzrî şer’îda bû. «sa çake her pyadem» ełê: qîrusya wiłax nîye hîç, bes nîye pyade mawmetewe û etwanim be pêy xom biřom.

eweş heł’egrî: sa xo ew wiłaẍekey nedamê, kewabû çak waye le tołey eweda pyakêşim!.

lem şi’reyda fîkirêkî taz û cînasêkî zor cwanî dirust kirduwe ke ełê:

tał û şîrîn pêkewe nemdîwe ça bê, ça nebê
her kesêkî hemnişînî ça nebê, pêt ça nebê

ełê: nemdîwe tał û şîrîn pêkewe biguncên «çay» nebê legeł cigereda, her kes hawpyałey çay nebû, belatewe çak nebê, ewe pyawêkî baş nîye.

ḧerîq wekû witman le seretawe be şwên şi’irda geřawe.

bełam le dwayîda wa lêy bûbû be xû, bebê xo ezyetdan ke ehat be serya wekû birêşke hełî’eřişt.

le şi’irda arezûy cînasî hebuwe legeł eweş řewan û sade û me’naşî behêze.

bem core twanîwyetî şwênî xoy le řîzî şa’rekanî pêş em dewreda terxan bika û pêş gelêkîşyan bikewê.

herweha le ’erebî û farsîşda zor beşdar buwe.

dîwanî şi’rekey lelayen «kurdî merîwanî» yewe lesałî «1938» y mîladî le çapxaney «merîwanî» le beẍda bo carî yekem le çap dirawe.

bocarî dûhem le layen meḧmûd xakîyewe le 1969 le çapxaney cimhurî le kerkûk le çap dirawetewe.