9

From the Book:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
By:
Muhammad Chirustani (1895-1963)
 11 minutes  598 views

legeł karwanî hewlêr řoyştîn. çunke hawîn û germa bû be şew řoyştîn. paş hetaw kewtin geyştîne koprî. nore sêbeřom bû ta daygirtim. benew’ê nemzanî şikłî şarî pirdê çone. êware wityan: hełse, karwan bar ekat. dwayan kewtim. şew besera hat. mangeşew bû. eserî lerzutake le bedenma mabû. carcar le karwan dwa ekewtim. leber nařeḧetî û êşî xom destim kird be giryan. hîç çareyşim nebû. ẍîretim enaye berxom. dwayan ekewtim. le dewrey nîweşewa becê mabûm. qetarçîyek desî be aw egeyan. karwan têpeřîbû. qetarçî heřay kird bigate karwan. ke geyşte min, zanîy nexoşim. witî: kake feqê! bequrban bo kwê eçît? witim: bo tirpespyanLocation. witî: babe gyan to bêyte hewlêr çwar se’ateřê le tirpespyan dûr ekewîtewe. witim: ey çî bikem? witî: ewa geyştîne karîzî quştepe, lewê lade. tirpespyan nizîke. sibeynê aweke bigre, etbate naw dêy tirpesîpan û zor nizîke. îste ême hayn le aqarî tirpespyan. minîş leber nasaẍî beden û mandû bûn be dereceyek perêşan bûm, car car beřêwe xewm lê ekewt. nemtiwanî heřakem bigeme karwaneke, leber ewe be qetarçîyekem wit, witim: kake gyan nexoşim, buxçey kitêb û lêfekem be hêstirî fiłan qetarçîyeweye, natwanim bîgemê weryangirim. qetarçî be gurcî heřaykird buxçe û lêfey hêna. heta em keyn û beyne kira geyştîne aweke. witî: ha; ewe esbabekan û em awe eçête naw dêy tirpespyan, berit nada.

nazanim çen se’at şewî mawe. ewende kiftim beḧał hoşim heye. leqeraxî řêgeke lêfekem daxist, buxçem naye jêr serim. wek kutek biden be binagwêma, xewm lêkewt, emma çi xewêk? îsteş lezzetî le diłim neçuwete derew. wextê xeberim buwewe, řoj berz bû û qałbim kewtibuwe ser’areq. hełsam çûm ser aweke destinwêjim şişt û teputozî řêgem le xom kirdewe. inca nwařîm memleketêkî çołuhoł. be qeraxî awekeda qederêk řoyştim, geyme bêstanewanêk, su’alî quştepem lê kird: witî: lew çałayedaye. witim: min bo tirpespyan eçim. witî: ke wabê meçore naw dê. lêr wa biřo, dû dê der ekewêt. ewî pêşeweyan piłingeye, ewî ewlayan tirpespyane. dêke dyare. wekû te’rîfî bo kirdim, řoyştim ta geyştime tirpespyan. beřastî ew qetarçîye çakeyekî başî legeł kirdim û xistimye îstiraḧetewe, xwa ’efûy kat.

be pirsyar çûme mizgewt. dinya zor germ bû, çunke hawîn bû. temaşam kird lenaw mizgewta ḧewzêkyan kirdibû, piř bû le aw. be twêy kiray û derpê feqêkan qaçyan dahêştibuwe naw awî ḧewzeke le germa. timez le beyana be fênkî awyan tê dekird bo emey ke be řoj xoyanî pê fênk kenewe. selamim kird. cwabyan sendewe, mubalatyan pê nekirdim. şêx celalîş danîştibû, neynasîmewe paş yek dû deqîqe witî: erê to fiłan ‌kes nît? witim: bełê. leberim hełsa. cêyan kirdimewe. paş çen deqîqeyek nardî xeberyan da be bawkî pûrzakanim; seyîd eḧmedî sergełûyî hat bo mizgewt. merḧûm bawkim ewwełîn tedrîsî le kerkûk lay şêx ḧisên bawkî seyîd eḧmedî xaneqa buwe. paş çen mangêk çuwete hewlêr, mudeřřîsî şêx ebûbekirî hewlêr buwe û dersî be kuřanî şêx wituwe ke şêx ’ebdułła û şêx miḧemmed’emîn û şêx ’ebdulřiřeḧman bûn. şêx ebûbekir zorî xoş wîstuwe. walîdem le małî şêx îmametî bo jinan kirduwe. pûrêkim lay bawkim buwe ałtûn naw kiç buwe, seyîd eḧmed nawêkî sergełûyî xizmî seyîd eḧmedî xaneqa be feqêyetî kewtuwete hewlêr û le xaneqay şêx ebûbekir buwe. be wasîtey şêx û kuřanî şêxewe daway xuşkekey bawkimî kirduwe. bawkim qisey neşkanûn. be netîce bawkim hatotewe bo wiłatî suleymanîye. pûrekem le deştî hawlêr mawetewe. wa bizanim le dewrî řişaneweda pûrekem mirduwe, kuřêk şêx miḧemmed û dû kiç ’ayşe û fatme lêy becêmabû, małyan le tirpespyan bû.

le tirpespyan be feqêyetî danîştim, feqet wez’î ewêm be dił nebû, leber em serguzeşteye: mela şêx celal legeł mela miḧemmed’emînî biray mudeřřîsî mêrẍuzar jin be jinyan kirdibû xuşkan dabû be yektir. xuşkî mela ḧemed’emîn goya be kiç derneçûbû, leber ewe şêx celal nardyewe bo mîrẍuzar û xuşkekey ewîşyan hênabuwewe. xuşkekey diłî be mela ḧemed’emînewe bû. ełên cwabî nardibû ke bên be dwama bimbenewe. feqê mêrẍuzar be şew ehatin ke le tirpespyan jinekey mela ḧemed’emîn bidzinewe. feqêy tirpespyanîş be tifengewe wekû qoł û ḧeres bedewrî dêda egeřan. axrî çunke diz û małxo yek bûn, feqêy mêrẍuzar jinekeyan dizyewe fiřanyan bo mêrẍuzar, bo mela ḧemed’emînî mêrdî. jinî şêx celalîş ke xuşkî mela ḧemed’emîn bû le małî birakanî mayewe, axrî ředû kewt, heşta lîreyan da be mela şêx celal tełaqî da. ’ecebtir ewe bû ke şêx celal swêndî xward ke ew xuşkem nabê řûbka be małî mina ḧetta be mirdûyîş û îtir xuşk û birayetîman lebeyna nema. we sałî dwayî le tirpespyan bûm, feqêy ew de’wetî feqêyanî çen dêyekyan kirdibû, zyafet bû, le ḧewşî mizgewt feqê heł’epeřîn, bêxeber le hemû şitêk. lepiř wityan wełła cenazeyek hat. me’lûm bû ke cenazey xuşkî mela şêx celal bû. feqêkan pekyan kewt, hełpeřkêyan têk da. mela le małewe bû, ke em xeberey zanî neyhêşt cenazeke bihênne małî. be ehalîy wit: biçin bînêjin û hate mizgewt be tûřeyî swêndî xward le feqêkan ke nabê em şayîye têk den, «balxasة»Arabic be feqêkanî xoy wit herçî hełnepeřêt derî’ekem. naçar des kirayewe be şayî. ehlî dêke cenazekeyan naşt, mela xoy têngeyan. leber xoşî û seyrî, em macerayem nûsî.

inca leber wez’yetî beynî feqêy tirpespyan û feqêy mêzẍuzar diłim be danîştinî tirpespyanewe nebû. tesaduf mamostay kerkûkim mela mecîdî dûlkî hat bo lam bo tirpespyan be dîdenî û bo eme ke witî min eçme hewlêr bo mizgewtî ḧacî qadir toş were. leser ew qerare çen rojêk lewewdiwa be nawî seferewe çûm bo şarî hewlêr û nehatmewe bo tirpespyan. le mizgewtî ḧacî qadir damezram. çend mangêk lewê bûyn. inca mela mecîd witî: mela fettaḧî xetê małî hatuwete dîbege, ba biçîn bo ewê. deste feqêyek bûyn muste’îd û suxte, çûyne dîbege. zor qełebałẍ bû, şazde ḧevde feqêy têdabû û medreseyekî ’umde bû.

le dîbege mamewe ta zistan befre gewrekey meşhûr 1328 peyda bû û 1329 yişî girt, ke mutbîq bû û mangêk zyatir dewamî kird û ewaney ke zor pîr bûn ne befrî wa bedewmyan dîbû û nebîstibûyan, ask û ḧeywanatî deşt û kêwî fewtan û, zor tesadufî kirdibû ke ask bêperwa xoy ekird be naw dêhata û xoy ekird be małana û, meşhûr wabû sê gelegurg be deşta wek har lebirsa egeřan û ewî tûş bibûnayêt le însan û ḧeywan eyanxiward, ḧetta bîstim swaryan leser piştî wiłaẍ hênabwe xwarewe be xoy û wiłaẍyewe xwardibûyan û, tifengî pê buwe destî goy nekirduwe destokerî bikat û, enwa’î macera û ḧîkayat lew befre estûreda neqił ekira ke cêgay ḧeyret bû û ayetêk bû le ayatî xway te’ala. le dîbege bûm ke befreke barî û dewamî kird. minîş be wasîtey řatbe kirdinî nawdê lew befre zor nařeḧet bûm. gelê řoj seg giławî ekirdim û xom da’eşuşt. ḧetta řojêk çen segêk bom hatin, herdû destim gîrabû be dû zerf çêştewe, naçar zerfê le çêştekanim hełpirjan be demuçawyana.

cenabî mela be eḧwałî minî zanî, fermûbûy ew kuře eger le medreseyekî tir bêt muste’îde, řatbey nawdê pê meken, ba îşî ḧucre bikat. ekseryan řazî bûn, be’zêkyan qena’etyan nekird. mexsûs mela es’ed nawêkî merîwanî be xoy û sûxteyewe îsraryan kird leser ewe ke ebê řatbe bikat, enca nazanim ẍerezî mamostam bû yan leber xom. minîş řiqim lew wez’e hełsa. lew teng û çełemeda, lew befre şîddeteda qerarim da biçmewe bo tirpespyan le daxî ew namerdane. esbabim pêçayewe, dame des mamostam. ke zanî eřom, zorî hewł da, witî xot efewtênî, gurg etxiwa. ḧîrs girtimî û be heway muqtezay gencî ke şu’beyeke le şêtî, bew ferteneye ’ezmim kird leser koç û gwêm nedaye amojgarîy kes. dû derpêm bû herdûkyanim le pê kird û zor çak xom pêçayewe, leçkim kird, ser û milim pêça be dû camane, feqyanekanim le des û baskim ałand, tenha demuçaw û desim bederewe ma. kewtime řêga û be zurga hełgeřam, serewjûr, teqrîben le ’umrî ḧevde sałîyam û cengey qwet û taqetî gencîme, bakim nîye û mandûbûn nazanim çîye, ta ejnom befir û dinya tarîk û teme. emma çunke bay nebû û hewa xoş bû ḧîsî sermam nedekird. «biḧul alilة û qutة»Arabic zû geyştime ser zurgezrar, danîştim, îstîraḧetim kird, cigerem xward, çen ayet û du’am xwênd. enca serujêr dageřam bedîwî baqirteda, řêga dyar nîye, lapêye, zor car ekewtim, ta piştênim ekewte befrewe, gełê keřet belada ekewtim, heł’exlîskam. emendem hełsukewt kird tewaw mandû bûm.

be mezenne nizîk bûmewe le binarî zurgeke, danîştim, temaşeyekî dway xom kird bo ser zurg, tarmayîyêkim dî, bor û qebe ecûłan û berew xwar ehatin. tirsam ke gelegurg bin, mûçřike be bedenma hat. henasem swar bû, dîqqetim da ke nizîk bûnewe zanîm gurg nîn, sê hêstir suray şwankare qerac bûn eçûn bareka bênin bo qerac bo meř û ḧeywan. hersêkyan kepenekyan beserwe bû, min danîştibûm le dûrewe dengyan dam, cwabim dayewe, zor kewtine pekû pekû bo ḧałî min û gelê bezeyîyan pyama hatewe. yekêyan le yekêkyanî xuřî û witî: kuře xo fiřê de xwarê, hełîgre bîxere ser paşkom. kabra dabezî û swarî paşkoy ewî tirî kirdim. inca kewtîne su’al û cwab, zanyan ke feqêm, witî: bo kwê eçî? witim bo tirpespyan. wityan: ême ta baqirte řefêqî toyn, witim: bimgeyenne baqirte bakim nîye çunke melay ewê mela seyîd xidir feqê bawkim buwe. wityan: beser çaw, leberdemî ḧucrey feqê dat’ebezênîn. beřastî merdayetîyan kird û delîlêkî xêr bûn bo min. mandûm ḧesayewe.

geyştîne baqirte, berdemî ḧucre, bangyan kird: feqê wederkewn, mêwanêkman bo hênawin. dabezîm, çûme ḧucre, hemû feqêkan seryan sûřma û te’eccubyan kird. awyan bo germ kirdim, dest û qaçyan şiştim. çayan lêna. ke ḧîkayetim bo ekirdin her wa sersam ebûn, eyanut: xwa be kerem û řeḧmî xoy necatî dawî. maceray ew sefer û felaketim ke besera hat û nizîk bû be hîlak biçim, tefîslê dewêt. be kurtî biřîmewe. xołase şew le baqirte mamewe. sibeynê bexoşî geyştime tirpespyan. lamwehaye ‌paş çil şew zyatir nardim bo dîbege bo buxçe û eşyakanim. beharî dway ew befre bû serguzeştey şayîy feqêkan ke têkeł be şîn bû wekû řabûrd û nûsra.