6

From the Book:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
By:
Muhammad Chirustani (1895-1963)
 9 minutes  927 views

carêk bawkim le byawêłe fermûy: ḧeme, etwanî em kaẍeze bibeyt bo byare bo şêx necmeddîn û gurc bîtewe? witim: bełê. fermûy eger zû hatîtewe aferînê başt ekem. kaẍezekey damê, witî: ḧeme le baske dirêjewe biřo, le çemewe meřo. miłumûş nekeyt. lew řojaneda le byarewe le çemî xwacayîyewe hatmewe, payîz bû, le řêda gwêzêkî zorim çinîyewe û hênamewe. le tirsî ewe witî miłumûş nekeyt, kaẍezeket lê da’ekewêt, feqyanem xiste milim, çakim kird be lada, řoyştim, zû geyştime byare. le ḧewşî xaneqa pirsîm: şêx le kwêye? wityan nasaẍe, le małeweye. mu’tel damam û xefetî aferînekem bû, pałim da be şořebîy berdemî ḧewze gewrekewe. damam, ewendey pêneçû şêx teşrîfî hate derew, çen kesêkî le xizmeta bû pałî da be sekoy berdemî merqedewe, qełebałẍ dewryan da, keẍezyan edayê. çawî be min kewt, wa bizanim bangî kirdim, çûm desim maç kird. kaẍezekem dayê, desbecê cwab û mezmûnî kaẍezekey damê, nazanim çî bû. ke desim maç kirdewe, desî girtim, fermûy be zerdexenewe: ḧeme le baskedrêjewe biřo, le çemewe meřo, miłumûş meke, kaẍezeket lê nekewê, ’eynî ’îbaretî bawkim. witim: çake qurban. be heřa kirdin hatmewe bo byawêłe. nebê be diro wa bizanim, wam bebîre bemser û bewserewe sê se’atim pê çû. ke kaẍezekey şêxim da be bawkim û xwêndyewe, be te’eccubewe bo bawkim gêřayewe, witim: bawe bawe to lêre çît pê witim, şêx necmeddînîş ’eynî qisey pê witim, wełła ełêy gwêy lê buwe. bawkim zerdexeneyêkî kird, fermûy: enca řołe ewe çîye bo şêx necmeddîn? şêx necmeddîn pyawêkî gewreye. ẍerqî řeḧmetî xwa bêt.

bawkim le byawêłe feqêy zor bû. bebîrim mawe paş nwêjî sibḧeynê û tewaw kirdinî ewrad û meşẍûłî wextî hetaw kewtin, dersêkî îbnuḧecerî be ḧełqe ewtewe, eçuwe małewe, çî ḧazir bwaye eyxiward, ehatewe xaneqa dersî ewtewe ta paş ’esir. enca eçuwe le małewe qur’an û dela’îlî exwênd. beynêk no muste’îdî tyabû. suxteyş çen kesê. nan û çêştî feqêyan û şekir û çayan û piławilfê sêşemme û cum’eyan hemû, leser mał şêx enwer û şêx cemîl bû, xoşyan řa’ebward. le feqêkan mela ’elî paşa tałşî û mela miḧemmedî dełgeyî û mela ’ebdulxalqî tewêłeyî û mela yosfî seqzî û mela yosfî gewrkîm bebîr mawe, ḧeq te’ala be řeḧmetî xoy dayangirêt.

sałêkyan feqêkan paşayan kird, mela ’elî tałşîyan kird be paşa. zor muhîm û ’ecayb bû. feqêy byare û medresekanî ew dewre hatin. cenabî melay byare û şêx necmeddîn û meḧmûd paşay caf û zor le begzadey caf û pyawî gewre gewre ḧazrî ew paşayetîye bûn. textî sełtenetyan bo paşa dirust kirdibû, xêwetêkî muhîmyan le deştekey pişt xaneqawe bo hełdabû, îḧtîşam û qełebałêkî bêşumar bû û maceray seyr û ’ecayb lew seyranî paşayetî feqêyaneda řûy eda. bebîrim nemawe ta bînûsim. min minał bûm û řê û řûy baregam nebû, emma eyangut şêx necmeddîn û cenabî mela û meḧmûd paşay caf û sa’îrî xełq destewnezer řawestabûn. paşa emrî fermûbû tenha cenabî mela leser erzeke be çoka hatbû. ełên warîdatêkî zor lew seyraneda le pare û ḧeywanat û bared zexîre û şitumekî tir eyanhêna. tefsîl û maceray ew paşayetîye cizwêkî tewawî ewê, emma min çî binûsim, her nem’ewêra tuxnî ew hordûgaye bikewm. mela ’elî simêłêkî pêwe bû û şikił û qyafet û qed û bała û serukeleyekî pêwe bû samdar samî lê ekird û zor kem pêkenînî ehat, eyanut çen carêk paşayetî kirdibû. şitî ’acaybim ebîst le ewamîr û îcra’at ke emrî fermuwe û nwanuwêtî, emma be mezbûtî û řêkupêkî bebîrim nemawe ta byanûsim.

min le byawêłe fêrî kêşanî cigere bûm. îste lêm buwe be tîrawî û makî gulî le kołim nabêtewe. bawkim zorî hewł da û zorî lêdam bo eme terkî bikem. ḧetta carêk leser cigere ’esayekî da be qołma bałim şika, fa’îdey nebû, terkim nekird. wa’ebû le tirsî bawkim cigerem be agirewe exsite gîrfanim, gîrfanim esûta. îste bem axrîy ’umrewe ke min ze’îf û bêqwetim meraqî cigereş her be şîddet ebê û pere estênêt, herçen zoranî legeł egirim dereqetî nayem, ew min eda be erza û zał ebêt be serma. ax daxekem! sed birya û kaşkî - egerçî kaşkî û... taze bêfa’îdeye- be qisey bawkim bikirdayêt û em miłozmem tûşî xom nekirdayêt, eger çî bawkîşim le axra le suleymanîye fêrî cigere bû, nazanim le çîyewe fêr bû.

kuřgel sa êwe le xo wirya bin
bên amojgarî le pîr wergirin
qet neken fêrî cigerekêşan
xo tûş ken derd û ser’êşan
mubtela tûtin xwar û zelîle
min kirdim êwe neyken dexîle!
ta gencî be xot nazanî, katê
ke pîr bûyt enca derdit edatê
bê çareserî xot ke hewweł car
meyxo, nek wextê bitka derdedar
way danê ’umirit ezeł ḧeftaye
be cigere kêşa şest û pencaye
bên xotan laden lew şitey ke wa
gelêk mubtela û damawe lewa

bawkim dû sał zyatir le byawêłe mayewe. lam waye dêy byawêłe ke be des kuřanî şêx ’umerewe bû, wa bizanim be nawî xaneqay byawêłewe, kewte gêç tełewe û begzadey caf şeřyan tê ałandin. lew řuwewe guzeranî bawkim kewte kizî û gułołey medrese û feqê kewte lêjî.

lew serdemeda ḧacî şêx miḧemmedî zerdelîkaw, xwa lêy‌xoşbêt, nardibûy bo lay bawkim û qerar û muqaweleyan biřa buwewe. wiłaẍ û kuřî xoy û pyawî nard barî kirdîn bo zerdelîkaw. le zerdelîkaw medreseyekî ’umde û muhîm û feqêy baş û qełebałẍî bû. îdare û mesrefî feqê be nan û pêxor û şekir û çaw û şitî ‌tir hemû leser małî ḧacî şêx miḧemmed bû. ḧacî şêx ḧurmetî bawkimî zor egirt. baba řesûłî bêdenî, řeḧmetî xway lê bêt, gêřayewe: le zerdelîkaw le xizmet mamosta mela ’ebdulřeḧîm bûm, min dersim exwênd û ḧacî şêx miḧemmed be dyarmanewe danîştibû. paş ders her wa qise kira. basî îdare û guzeran kira. ḧacî şêx miḧemmed fermûy: mamosta heta min bimênim înşeła pekit nakewê. mamosta fermûy: bexwa ḧacî toş nemênî pekim nakewê. ḧacî pêkenî, witî: bexwa řast ekeyt, waye. baba řesûł eyut: carêk mamosta fermûy bexwa baba řesûł zor etirsim dinya zeferim pê bibat. dewłemend bûm, biřom başe, le zezdelîkaw bar kem. witim: kwa mamosta to çît heye? witî: ewe nîye, be fikirim fermûy mangayek û çwar meřman heye, ya dû manga û heşt meřî fermû min xom qisekey baba řesûłim baş bebîr nemawe. witim: mamosta ewe key buwe be dewłet bewende însan pêy nałên dewłemend. fermûy: bexwa baba řisûł dinya kem û zorî ẍezebe. meqsedî baba řesûł beyanî zuhdî bawkim bû ke te’elluqî diłî kem û zor be dinyawe nebû û bo dinya û leber xatrî dinya temelluq û merayî leber ’ebda ’ebid ne’ekird.

le zerdelîkaw kitêbî tesrîfî mela ’elîm exwênd. mela miḧemed’emînî çîçoranî, xwa lêy xoş bibêt, lay şêx ḧiseynî çirçeqeła bû, xwa ’efûy kat. şêx ḧiseyn hawînan be xoy û da’îre û melayewe eçû bo kanî bekir û kanî tû ke beser deştî şarezûra enwařn. îznim le bawkim xwast ke biçim bo kanî bekir be feqêyetî, hawîn lewê ‌bim. îznî fermû. çûme kanî bekir. mela xoy dersî pê ewtim. çen feqêyekî le xizmeta bû. feqêkan legeł derwêşa hełyannedekird û zor herayan ebû. le ḧeqîqeta qebaḧetî feqêkan bû şeřyan be derwêş efroşt. xolase danûyan pêkewe nedekuła. carêk şêx ḧiseyn ḧeywan û birinc û řon û şekir û çay nardibû bo zyafetî feqê. lepaş dirûstkirdnî te’am û têr xwardin, yekêk le feqêkan qiřqêney dêtewe, bo eme ke derwêş řiqî pê hełsêt ełêt: elḧemdulîlla, xwaya le şêx necmeddînî byare bezyad keyt. derwêş gwê lê ebêt, be feqêke ełêt: êwe piław û goştî şêx ḧiseyn exon û du’ay xeyr û bezyad bûn bo şêx necmeddînî byare eken. ebêt be herayan. şêx ḧiseyn ezanêt, enêrêt be dway derwêşekana amojgarîyan ekat ke waz le feqêyan bihênin, keyfî xoyane çî eken we çî ełên ḧeqtan nebê be seryanewe. ełên qurban çon ebêt piław û goştî to bixon we biłên le şêx necmeddînî byare bezyad bêt? ełê: kure amîn, xwa le şêx necmeddînî byare bezyad kat, enca êwe boçî řiqtan pê heł’esêt? axir feqêkan ezanin êwe bê’eqiłn û řiqtan pê heł’esêt boye wa ełên. tuzêk ’eqłitan bibêt. zoryan be sera dêt û amojgarîyan ekat. netîce, êwareyek ke feqê eçê bo tekye bo nan legeł derwêş ebê be şeřyan û le yektir eden. şew feqêkan şitumek û esbabî xoyan epêçnewe. sê kepryan bû agir ber edene keprekan û koł û buxçe eden be şana û boy der’eçin. le xew xeberim buwewe le hera û girmey xełq. temaşam kird meş’elî agir eçê be hewada. medrese çoł bû, betenha mamewe muddeyek. lepaşa ḧacî şêx miḧemmedî zerdelîkaw be dîdenîy şêx ḧiseyn hat, ke geřayewe legeł xoya birdimyewe bo zerdelîkaw swarî bargekey xoyan kirdim. eme ewweł feqêyetîm bû.