budaq sułtan

le ẍeztey «dengî gîtîy taze» wergîrawe
From the Book:
Gencîney Merdan
By:
Zewar (1875-1948)
 3 minutes  526 views

budaq sułtan kuřî şêrxan kuřî şêx ḧeyder le ḧukmidaranî mukiryan, padşahêkî le te’rîxî hefdehemî hezarî duwemda buwe. nîşaney çakey, zor damezrawî lepaş xoy becê hêştuwe: dirustkirdnî şarî sabłax û, karêzê ke êsta be «kanî sard» nawbangî kirduwe, pirdî sabłax ke bo te’rîxî «hidana alilة sirata mistiqîma»Arabic danrawe ekate hezaru ḧeftaw noy hîcrî, mizgewtî camê’ û medresey sûr ke le sałî hezar û heşta û no dirust kirawe ewqafî zorî bo me’lûm kirduwe, kutubxaneyek ke piř bû le hemû new’e kitêb û qur’anî mecîd û kitêbanî ḧedîs û ’ulûmî fîqhîye û neqlîye û ’eqlîye û ewqafî ’îbaret bû le dêy «baẍłûce»û «karêze» we «lekiz» we dû ḧîssey «şarîkend»û tewawî dêy «ałîkend»û lenaw şarî sabłaxda karwansera û ḧemam ke îsta řûxan. xolase em padşay kurde le ḧukûmetîşda ře’îyet perwer, ’edalet řaxer, be merdî û huner le dinyada řaybiwarduwe. şest û sê sał le xidmetkirdinî mîllet û îta’etî xuda sistî nebuwe.

we le newey ew ke benawî ewewe nawnirawe budaq xan merdêkî wa buwe le dîndarîda wekû bapîrî xoy budaq sułtan buwe. terîqey neqşibendî le xidmet xwace ’ebdulxalqî ẍecdewanîNamed-Entity wergirtuwe û da’îma le xidmet ’alman û sałḧan weqtî řabwarduwe. hemûkes le deryay îḧsan û xwançey piř xwanîda têr buwe. le dadgusterî û ’edalet xwahî û ewqaf û xêratî ke budaq sułtan daynabûn we wêran kirabûn hemûy awa kirdewe.

budaq xan kuřî şêx ’elîxanNamed-Entity buwe. le zemanî ḧukûmetî, cûtyaran we xawen kirdaran be řefahîyet xerîkî çandin û kêłanî xoyan bûn. du’ayan bo dewamî ’umir û êqbałî ekird. ferşî asûdegî û diłnyayî û xoşî û herzanî, beser hemû wiłatî mukirî û serdeştida řayxistuwe.

le amozayanî xoy îmam qulî xanNamed-Entity eçête lay şay êran kerîm xanî zendNamed-Entity emir û fermanî ḧakmyetî mukiryan wer’egrê, be leşkirêkî zorewe boser budaq xan. emîş em xeberey bîst tertîbî leşkirî kird, be ’ecele betaw şebîxûnî kird boser leşkirekey îmam qulî xan. ke egene seryan pelamarî leşkirekey eden, ebê be cengî xwênřêjane. îmam qulî xan ekujrê. leşkirekey perêşan ebê. le kuştinî amozay zor girya û ’aciz bû. cenazekey birdewe paytext sabłax lewê naştyan. xêr û êḧsanêkî zorî bo kird.

budaq xan merdî dîn û dinya buwe. ehalî her du’ay dewamî ’umir û îqbałyan ekird. şeca’etîşî wek dyanet û sexawetî aşkira bû. «an şa alilة»Arabic cêgay beheşte. ẍerqî merḧemetî xudayî bê.