xwace nîzamulmulk ebû’elî ḧesen kuřî ’elî kuřî îsḧaq

From the Book:
Gencîney Merdan
By:
Zewar (1875-1948)
 10 minutes  887 views

nîzamulmulk kuřî ’elî tûsî bû, le dîwana kirêkar bû. leber sexawetî beratekey beşî nedekird. xwa em kuřey dayê, çawî pê řûnak bû. hemû hîmmetî bo terbîyet serf kird. le yazde sałîda qur’anî xwênd. be ders xwêndin lay mamostayan dewamî kird, be teḧsîlî ’îlmewe meşẍûł bû. le şer’î şafê’îda serkewt. înca řûy kirde ẍurbet, le nûsînîşda meharetî peyda kird, le ewwełewe bekatbî ’emîdî belxîNamed-Entity damezra. ’emîd çûnke qisey naxoş û bême’na bû û tebî’etî xesîs, lay ew fîrarî kird çuwe «meru», bewasîte geyşte ḧuzûrî çuẍûr begNamed-Entityy selcûqî, eḧwałî xoy bo gêřayewe. çuẍûr beg ke temaşay qise kirdin û edeb û terbîyey kird ’elametî îqbalî lê muşahede kird, nardî bo lay alb erselanî kuřî we boşî nûsî em zate ebê katib û muşîr û tedbîrkerit bê. lew weqteda ’emd îbnî şadanNamed-Entity ’erîzey bo çuẍûr beg hat ke řica ekem nîzamulmulkim bo binêrewe. çuẍûr beg nûsîyewe lelay elb erselanNamed-Entitye, kaẍez bo ew binûsin. pyawekanî ’emîd be me’yûsî geřanewe. ke nobetî padşahî û ḧukmidarî kewte dest elb erselan ewîş herçî îş û karî xoy wi’alem hebû ḧewałey fikirî xwacey kirdû kirdî be wezîr.

xwace newşîrwan xalîd le kitêbî «niqşih alisdur»Arabic da nûsîwye ke xom le nefsî mubarekî xwacem bîstuwe fermûy le îbtîday ḧał leser karêke beyanî fa’îdey tya nîye, mwaşîran le cêgayêk minyan ebird bo cêgayekî tir. swarî esbêkî bed řeftar kirabûm, le perêşanî û bêtedarekî řojim lela şewî tarîk bû, be ẍem û xefetêkî zorewe byabanim legeł ebřîn. le nakaw lew deşt û byabaneda swarê peyda bû, ne min emnasî we ne mwaşîrekan. swarî espêkî qełewîy řehwan bûbû, be minî wit etewê espekeman bigořînewe? witim ey cwan çi weqtî gałte pêkirdine?! witî wełła gałte nakem. gurc dabezî minî swarî ew espe kirdu xoyşî swarîy espekey min bû. le ême têpeřî û řoyşit. lem ḧałe min û swarekan ’ecaybiman lêhat. emem be fałî çak xeyał kird. sê sałe ḧukûmet ekem, leşwên ew cwane egeřêm, seru soraxî nîye. me’lûm bû le «rical alẍîb»Arabic buwe xwa nardûyetî bo min.

sedîduddîn muḧemmedî buxarayîNamed-Entity egêřêtewe ke nîzamulmulk le herat, le beẍda, le besre, le esfehan, le ’êraqî ’ereb, le şaranî řom, le hemûyana asarî xêru îḧsanî buwe. yekê lewan medresey nîzamîyeye le beẍda. ewîş medreseyek bû herkes teḧsîlî tya kirduwe le enwa’î ’ulûm û funûn behredar buwe. mudeřřîsyan le fuḧûlî ’ulema wek îmam ebû’îsḧaqNamed-Entityy şîrazî û ḧuccetul’îslam îmamî ẍezalîNamed-Entity buwe řeḧmetyan lê bêt.

egêrnewe ke le medresey nîzamîye feraẍetyan bû û tewaw kira, wezîfey kutubxaney teslîmî şêx ebû zekerya, xetîbî tebrîzî kird. ewîş hemû şew şerabî exwardewe. bewwabî medrese em xeberey ’erzî xwace kird, fermûy be çawî xom bîbînim baweř nakem. le’axirda le diłya buwe weswese û ẍa’île. şewêk hesta çû bo medrese, le serbanî kutubxanewe temaşay kird qisey bewwab řast bû şêx şerab exwatewe, gurc geřayewe dengî nekird. ke řoj buwewe emrî kird defterî weqfîyeyan bo hêna, le defterda wezîfey ebû zekeryay qatê zyad kird û fermanîşî bo nûsî be yekê le na’îbanî xoy nardî bo şêx, fermûy em fermane bere bo şêx û ’erzî bike fiłan selamit lê ekaw ’erizit eka le ewwełewe min nemezanî ke mesrefî zyadî heye, we’îlla le weqtî te’îyn kirdinya bem mîqdare wezîfeye ke leşertî waqîf benawî şêxewe nûrawa řazî nedebûm. ke firustade çawî be şêx kewt û qisey nîzamuddînî bo gêřayewe me’lûmî bû ke xwace be eḧwalî ew şareza buwe. peşîmanî û xecałetî řûy têkird. destî bo dawênî tewbe dirêj kird, îtir heta lednya mabû nizîkî bêşer’î û şerab xwardinewe nekewt.

egêřnewe mu’temedêkî xwace ke meşhûr bû be ebî se’d eḧmedNamed-Entity kuřî muḧemmedî neyşapûrî, kirdibûy be serkarî ’îmaretî medresey nîzamîye. ke medrese tewaw bû xebaryan be xwace da ke ebî se’d le ’îmaretî medreseke xeyanetêkî zorî kirduwe. ebûse’d xeberî zanî, řay kird bo besre. axrî le fîrarî peşîman buwewe, hatewe beẍda, çuwe ḧuzûrî xwace witî ey gewrem to em medreseyet «xalsa lucih alilh»Arabic dirust kirduwe, herkes xeyanetî tya kirdibê ḧewałey xway bike heta to sewabî xot dest bikewê, xayn obałî xoy biba bo qyamet. le cwaba fermûy ey eḧmed endîşey min bo małî dinya û neqid nîye ke to birdûte, bełkû ẍemî min bo eweye ke zemanî lekîs çû nageřêtewe. min emwîst ke bînay em medreseye wa meḧkem bê be murûrî zeman keleberî tê nekewê. ewî řoy taze beser nagîrêtewe. zeman nageřêtewe. lem qiseye zyatir bew xayney newt.

we xidmetêkî tirî medresey nîzamulmulk medresey besre bû ke le wîs’et û gewreyîda le medresey beẍda zyatir bû, le zahîrî besre nizîk be qebrî zubeyrî ’ewwam tertîb kirabû, le axrî zemanî elmuste’sîmu bîllah ew medreseye wêran bû. ’ewam alat û esbab û tedarukatî ew medreseyan neqił kird boşar.

zatê le fazîlan egêřêtewe le zemanî sułtan melîkşahNamed-Entity xwace îradey ḧecî kird. îznî le sułtan xwast, îznî da. xwace emrî kird baru barxaneyan kêşaye ẍerbî beẍda, çend řojê lewê xêwet û baregay lê hełda. minîş řojê çûm bo xidmetî, ke nizîk xêwet bûmewe çawim be yekê kewt ’elametî sałḧan û çakan le şikłya aşkira bû. ew zate kaẍezêkî daye destim, witî eme emanetî wezîre teqdîmî bike. kaẍezekem lê wergirt, çûme naw xêwetekke, nemxiwêndewe, teslîmî wezîrim kird û çonyetî ḧałim bo gêřayewe. xwace ke kaẍezî xwêndewe destî kird be giryan. ewende bekuł girya min le kirdey xom peşîman bûmewe. ledła witim kaşkî em kaẍezem teslîm nekirdaye. ke legryan buwewe witî saḧêbî em kaẍezem bo bêne, çûm zor geřam çawim bew pyawe nekewtewe. naçar geřamewe xeberim dayê. xwace kaẍezekey le berdemî dana. ke xwêndimewe nûsîbûy ḧezretî pêẍemberim le xewda dî fermûy biçowe lay ḧesen pêy biłê ḧecî to lêreye, boç eçîte mekke. min pêm newtî le dergay em turke cwê meberewe, îşî saḧêbanî îḧtyacî le ommetî min dirust bike, behawarî damawana bige. îtir xwace xeyałî ḧecî têkda. be minî wit her weqtê saḧêbî em kaẍezet çaw pêkewt bom bêne. lepaş muddetê tûşî bûm, pêm wit wezîr muştaqî mulaqatî toye, eger em ezyete bikêşî zor lutif û kereme. le cwaba witî wezîr emanetîyekey lay min bû teslîmî kira, îtir min karim bew nîye, ewîş be min.

le be’zê te’rîxda nûsrawe ke nobetî yekem sułtan melîkşah çuwe beẍda feqîran û muḧtacan û ’alman ledergay xwace nîzamuddîn ko bûnewe, ewîş řeḧmetî lêbê kesî bêbeş nekird. ke geřanewe ḧîsabyan kird sedûçil hezar dînarî serf kirdibû.

xwace nîzamulmulk zatêkî pak ’eqîde, dił nerim, ẍemî qyametî le dinya zyatir bû. egêřnewe ke sułtan melîkşah le esfehan medreseyêkî dirûst kird, le weqtî nûsînî weqfiname le sułtanyan pirsî çi ta’îfeyêk lem xêrate îstîfade eka? cwabî dayewe ke em bînaye bo řezay îlahî kirawe, ta’îfeyêk behrey lê bigrê û ta’îfeyêk meḧrûm bê hîç me’nay nîye. binûsin ke saḧîbanî herdû mezheb ḧenefî we şafî’î bemusawat le ewqafî em medreseye nefi’ bînin. lepaşa leser řî’ayetî mułk îradeyan kird nawî şafî’î pêş bixen. xwace men’î kird, řezay nebû. muddetê nûsînî weqfiname mu’ettel mayewe. le’axirda wayan nûsî: «wiqif ’ilî alamamîn amamî ala’imة û sidralaslam».Arabic

şexsê egêřêtewe ke le meclîsî xwace nîzamulmulkida bûm kaẍezêkî le ’êraqî ’ecemewe bo hat ke espanî ’erebî lebeynî dû kêwda eleweřan. lew weqteda çend teyrî gewrey wek dał û heło beser espekana fiřîn. le dengî bałî ew teyrane espekan řewyan kird kewtine derbendêkî teng lebeynî dû şaxaw cêgayekî berz, awêkî zor ledawênî ew şaxe eřoyî. nehrêkî gewre bû espekan leyektir ekewtin. serewjêr ekewtine xwarewe be’zêkî aw birdî, be’zêkî dest û řanyan şika. ’ededî espî zay’ bû geyştote pîncised esp. ke xwace kaẍezekey xwêndewe nextê bêdeng bû. lepaşa destî kird be giryan, giryanê ke hemû meclîs ’ecaybyan lêhat ke wezîr şerq û ẍerbî dinyay bedesteweye, bo em zyane kewtote giryan û îztîrab. ehlî meclîs zubanî diłxoşî daneweyan kirdewe, bo tesellay xatîrî qiseyan kird. xwace serî řast kirdewe, witî giryanî min bo telefî espekan nîye, eger sed ewende zerer û zyanim tûş bê nabête sebebî perêşanî min. emma lem weqteda êşêkim hatewe bîr; ke buwe wasîtey em hemû giryane. ewîş eweye carêk le ẍezneynewe qesdî xorasanim kird le sê dînar zêř zyatir hîçim şik nedebird. çwar dînarîşim qerz kird. bew ḧewt dînare espêkim kiřî. her lew řojeda espekem topî. minîş zor ’aciz bûm, îsta hatewe yadim ke bemirdinî espêk ke nirxî ḧewt dînar zû ew hemû melûlî û ’aczîye swarim bû. emřo ke bîstim pêncised esp becarê telef buwe, le fezłî îlahîyewe beqeder serî mûyê teẍîyr û tebdîl be diłî mina nehatuwe. le zorî fereḧ û şadî giryan beserma hat.

alḧimd lixalq albirayaArabic
walişkir lwahb ali’tayaArabic

şa’îrê le medḧya em şî’rey wituwe:

her wezîr û muftî û şa’îr kewa tûsî ebê
wek nîzamulmulk û ẍezzalî û fîrdewsî ebê
 

ẍerqî beḧrî řeḧmetî yezdan bê.