oktay qa’an kuřî çengîz xan 4

le «řuze alsifa»we
From the Book:
Gencîney Merdan
By:
Zewar (1875-1948)
 6 minutes  485 views

yekêkî tir: pyawêk dû tîrî bird bo qa’an, be ejnoda danîşt. padşa fermûy bizanin em pyawe îḧtyacî çîye, boçî hatuwe? pyaweke witî sen’etî min tîr dirustkirdne, hefta baleş qerizdarim, eger em qerzem bidrêtewe te’ehhud ekem sałî dû hezar tîr teslîmî supay qa’an bikem, qa’an fermûy em pyawe le îḧtyacîyewe bewe mecbûr buwe ke te’ehhudêkî wa bika. sed baleşî bidenê serfî îḧtyacî xoy bikat. dest becê baleşyan bo hêna. tîrger le hełgirtinî ’aciz bû, qa’an pêkenî. ’erebeyekyan bo hêna ke pêy neqił bika bo małî xoyan.

yekêkî tir: le zemanî bînay qereqrum ke paytextî meẍul bû çuwe xezne temaşay kird sed baleşî têda mawe, emrî kird herkes bo xoy biçê le xezne baleş bênê. becarê ehalî û xidmetkar řijane jûrî xezne baleşekanyan fiřand.

yekêkî tir: le zemanî pêşû le şîddetî serma zera’et sewz nedebû. ke qa’an bû be padşa hewa î’tidalî peyda kird. ehalî destyan kird be zera’et. pyawêk tûrê pêgeyand. birdî bo xidmet qa’an. fermûy beqeder gełay tûreke baleşî bidenê. jimardyan sed gełay pêwe bû. kabra sed baleşî wergirt û bexoşî geřayewe.

yekêkî tir: qa’an leser girdêk le nizîk qereqrum qesir û ’emaretêk dirust kirdibû nawî nabû «tirẍubalq»Named-Entity. pyawêk le nizîk ew koşke çend nemamêkî řwand. «atfaqa»Arabic nemamekan sewz bûn. lepêş ewda kes nemamî neřwandibû û neyandîbû. qa’an ke pêy zanî fermûy be ’ededî her nemamê baleşêkî bidenê.

yekêkî tir: qa’an ke leser text danîşt û bû be padşa, awazey kerem û sexay ew dinyay piř kird. le hemû memleketê tucar û bazirgan řûyan kirde wiłatekey. bazirganekan boxoyan nirxî eşyayan enûsî, defteryan teqdîm ekird. qa’an leřûy êḧsan û keremewe her le de baleş yekêkî zyadî bo ḧîsab ekirdin. xidmetkaran ’erzyan kird bazirgan qazancî xoy ḧîsab kirduwe, le de boçî zyatryan bideynê? qa’an witî ewaney řû le dirga û ḧukûmetî ême eken bo menfe’etî zore û hem xidmetî êweş eken. eme qerzî êweye eydemewe.

yekêkî tir: le hîndewe çend şexsê dû didanî fîlyan bo hêna. witî lêyan bipirsin be umêdî çend hênawyane? hîndîyekan wityan pênc hezar baleş. fermûy ew mîqdareyan bidenê. me’mûran wityan hîndî ře’yet nîn, dujminin. em mîqdare zore bo şitêkî wa bêqedir. witî min duşminî kes nîm û kesîş duşminî min nîye.

yekêkî tir: ehlî xurasanî; kiławêkyan bo hêna leçeşnî kiławî xoyan. le weqtêka buxarî şerab leserî dabû, meşẍûłî ’eyş bû, ’erzyan kird, fermûy dûsed baleşyan bidenê. xeznedar emrekey řagîr kird parekey neda, gutî eme xeyałî serxoşîye. ke hatewe serxoy xorasanîyekan çûnewe ḧuzur ke baleşyan teslîm nekirawe, emrî fermû sêsed baleşyan bidenê, dûbare xeznedar emrekey řagîr kird. qa’an xeberî zanî emrî kird şeş sed baleşyan bidenê û îradey kird hemû emîran û serdaran û xeznedar û xidmetkar le xidmetya ko bibnewe. hemû hatin, herkes be derecey xoy cêgay girt. înca řûy têkirdin witî le dinyada hîç şitê heye her bimênê û nefewtê? wityan ne, hemû şitê namênê. xoy witî bełê nawî çak, asarî çak lednyada payedare, emênê. êwe natanewê min nawim le dinyada bimênê, boye le bexşiş men’im eken, namewê em nesîḧetanem biken.

yekêkî tir: le katêka ke ehlî şîraz le îta’eda bûn, yekêk hat lepêş textî qa’ana ejnoy dana, witî awazey în’am û îḧsanî êwe dinyay piř kirduwe. minîş pênc sed baleş qerzarim, penam be dergay êwe hênawe. fermûy hezar baleşî bidenê. wekîlan; ’erzyan kird le telebî xoy zyatir îsrafe. fermûy şîrazîy bêçare dengî keremî êmey bîstuwe, em hemû çoł û byabaney pêçawetewe ta hatuwete êre, le řicay xoy zyatrî dest nekewê beşî mesref û xercî êre û řêgay lê kem ebêtewe. emirim kirduwe bîdenê. «sa’eً»Named-Entity emrî îcra kira.

yekêkî tir: derwêşê de dewałî bedarêkewe best xistîye barçawî qa’an û ’erzî kird binêkim bû goştekem derxiwardî minałan da, pêstekeyşim kirduwe be dewał bo sîlaḧdaranî êwe. qa’an dewałekanî bedestî xoy girt. emrî fermû sed baleşî bidenê le zêřu hezar meřîşî bidenê û pêyşî wit ke em pare û meřet tewaw bû werewe ewendey tirit edemê.

yekêkî tir: qa’an ’adetî wabû sê mangey zistan řawî ekird, no mangekey tir leberdem xêwetekeya da’enîşt komeł komeł û le hemû meta’ û cînsêkî lepêş xoya ḧazir ekird be îslam û meẍul û ẍeyrey ebexşî. zor car be kesêkî zelamî behêzî egut herçend etwanî hełîgre û bîbe û biřo. řojê lew pyawe zelamana yekê komełêkî hełgirt we řoyî, leřêga kirasêkî lê kewt, geřayewe bo kiraseke, qa’an fermûy me’nay nîye em pyawe her kirasêk berêtewe. emrî kird komełêkî tirî bidenê bîba bo cêgay xoy.

yekêkî tir: řojê lebazařî qereqruma çawî be ’ennab kewt, arezûy ’ennabî kird, ke çuwe barega baleşêkî da be danşimend boy bida be ’ennab, danşimend çuwe bazař, be çwaryekî baleşeke; ’ennabî zorî kiřî, hênaye xidmetî. qa’an witî em hemû ’ennabe be yek baleş ẍedre. danşimend baqîy baleşekey le baxeł derhêna witî eme nirxî çwaryekî baleşêke ke dawme be beqał. qa’an le danşimend ’aciz bû witî beqałê le muddetî ’umrya carêk yekêkî wekû min be berdûkanya řa’ebûrê, ebê dû baleşî tirî bo berît.

yekêkî tir: emrî kird ke pyawêk sed baleşî bidenê. xeznedar witî qa’an wa ezanê sed baleş sed direme, sed baleşekeyan leser řêgay qa’an leser ’erd řaxist, ke qa’an hat witî eme çîye? wityan ew baleşaneye ke bo fiłane derwêşt ḧewałe kirduwe. witî eme zor bêqedir û keme, boy biken be dûsed.