goranî weten

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  1264 views
xwaye weten awa key
çend diłgîr û şîrîne
deştî xoş řengîne
awî kewsere, xakî gewhere
piř le guł û nesrîne
***
seyrangay beharanî
sewzegyay nerim û cwanî
sed dił ebê ḧeyranî
awî kewsere, xakî gewhere
piř le guł û nesrîne
***
şaxî befrîn û berze
bo řabirdûman řemze
çîmenî cwan û sewze
awî kewsere, xakî gewhere
piř le guł û nesrîne
***
em şwêne şwênî kurde
cêy qareman û merde
laney şêrî neberde
awî kewsere, xakî gewhere
piř le guł û nesrîne
***
weten çawî lêmane
derî keyn le tengane
ḧeyfe bête wêrane
awî kewsere, xakî gewhere
piř le guł û nesrîne