goranîy keşşafe

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  550 views
ême keşafey kurdîn
hemû bedest û birdîn
bo becê hênanî xizmet
çust û çalak û gurcîn
***
emřo řojî ẍîrete
řojî hewł û hîmmete
ba hemûman tê bikoşîn
derbiçîn lem weḧşete
***
ême ke newcewanîn
her bo xizmet xułqawîn
bo hemûman lazme
qedrî weten bizanîn