herewez

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  1016 views
kuřê bû nawî dara bû
wirya û zîrek û dana bû
herçî ekewte berçawanî
eçuwe binc û binawanî
řojêk ewa dîqqetî kird
tenya mêrûleyekî wird
le denke genmê aławe
zor bedestîyewe damawe
çendî ekird boy ne’ebra
hêz û quwetî lê biřa
emca mandû bû lêy da řoyî
hîy tirî hêna legeł xoy
çûne serî û katê zanî
genmyan bird be’asanî
dara leme ’îbretî girt
pendêkî başî lê wergirt
witî her karê girane
beherewezî asane...