kerekanî şêx selam

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  902 views
kerîm, emřo kurtan boto
şełtey ceza bigre û biřo
bar hełgire ta nîweřo
syasî be, zor leserxo
«birtu hizaran ’ilbe cu»Persian
***
mudîrekey şarî «pênciwên»
betiř nabê beřutbe û şwên
bexurmałîş bot exom swên
to le kiwêyt û, ewan le kwên!
«birtu hizaran ’ilbe cu»Persian
***
hezarî bê ’eqił û kemał
boxoy geyî be ḧał û mał
wek mudîrekey «çemçemał»
«birtu hizaran ’ilbe cu»Persian
xo kerekey «ḧacî mamen»
besed qur’an, baweř biken
legełya îmtiḧanit ken
nagate to be ’îlim û fen
«birtu hizaran ’ilbe cu»Persian