estêre geşe

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  923 views
estêre geşey beḧewawe
serim wa leto sûřmawe
her seyrit ekem tê nagem
kê toy lew cêye danawe?
***
beşew ke dême serbanî
seyrit ekem le asmanî
lenaw fezay şîn û cwanî
cirîwet dê ta beyanî
***
boye wa şad û mesrûrî
serbest û berz û řûsûrî
da’îm dił řûn û piř nûrî
çunke lem dinyaye dûrî
***
xozgem emeye êste to
bihatîtaye gifit û go
şeriḧit bikirdaye lebo
minî hejarî des xeřo
***
berdî, dirextî, ya beşer?
ełmasî, zîwî, ya gewher?
gîrewey tom û piřkeder
pêm biłê zû bemuxteser
***
cwabî damewe kewa
kureyekim lenaw feza
be’emir û qudretî xuda
řawestawim le řûy sema