saqî le perde derhat

«pênc xiştekî leser ẍezelêkî salim»
From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 2 minutes  3385 views
gerd û gułî beyan bû seba kîtabî hêna
lew yare nazdarewe řaz û ’îtabî hêna
le xoşîya ke qasîd hat û cewabî hêna
«saqî leperde derhat camî şerabî hêna
dił xîre ma le ḧîret meh aftabî hêna»
***
bîstume îmřo dulber teşrîfî çote seyran
hestam û çûme seḧra minîş beyadî caran
hoşim nema ke bîynim lomem meken řefîqan
«yek zeře ’eksî piřte û derkewt û tûrî sûtan
ayîne sext řûbû lew ’ekse tabî hêna»
***
waqewm û xoyş tebîbyan hêna û hatin bedeste
destêkî da le destim fermûy ke çîte heste
witim dermanî derdim lay to nîye meweste
tîmarî çakî sînem řacî’ beçawî meste
«bextîş mwafîqî ’eşq bo min xirabî hêna»
***
le kořî bezim û řezma, le ḧałetêkî mesta
danîştibûm lenakaw ’ûd û kemane westa
le ḧîreta serapa meclîs ’umûmî hesta
«yarim le enderûn hat destî řeqîb le desta
ẍemnak û şadmanim, řeḧmet ’ezabî hêna»
***
destim le bade hełgirt saz û neym fiřê da
tirsî qyametim bû řû řeş nebim lewêda
bermałim girte koł û tund le milim girê da
«bo tobe sûyî meclîs hatim biçim, le řêda
bo koyî mey firoşan qîsmet şîtabî hêna»
***
cemalî toye fikirî be’ême bexşî neşmîl
dił bendî tom û da’îm ẍembar û pestim û dîl
meḧrûmî dîdenîtim dûçarî ’îlletî sîl
«řû her le min epoşî û, ḧałî yeke cîbrîl
her xase bo min û ew ayey ḧîcabî hêna»
***
be’ax û daxî towe şew ta seḧer edem til
nextê le xwa bitirse ey çaw řeşey şil û mil
obałî min be’estot besye nema teḧemmul
«wey wey çi meclîsê bû, beh beh le dîde û dił
dulber şerabî gêřa, salimPen name kebabî hêna»