ey hawar le dest dixtorî xirap

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  601 views
eman ḧikumet hawar bemałman
řeḧmê bike be mał û minałman!
tûşî dixtorêkî watan kirdiwîn
hemûmanî kuşt le derda mirdîn
eger zû bezû ’îlacman neken
em dixtoreman zû le koł nexen
lêtan me’lûm bê xełqî em şare
çare û necatyan her befîrare!
hênd dixtorêkî bebê wîcdane
ḧasłî ’alem lêy herasane!
nexêr sehûm kird ḧemdî her çake
dixtorêkî zor mahîr û take!
fa’îdey zore bo silêmanî
behoy xizmet û kirdewey cwanî
bełam bo ewey sa’îr lîwakan
lêy mustefîd bin wek ême û manan
lutfen teḧwîlî biken lêrane
êmey lêy têr bûyn norey ewane!!