basî řemezan

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 3 minutes  1141 views
xełqe pêm biłên ke çî qewmawe
em xełqe bo çî eřon řojawe?
her ẍełbe ẍełbî xełke û tê nagem
her ełên hewre û ferqî pê nakem
yekê hat witî çon to nazanî
le sayey xwawe xo musułmanî
emřo sî û yeke wa řemezane
mangêkî gewrey musułmanane
em xełqe boye girdin lêrane
bizanin dyare mang ya penhane
xom pê negîra zubanim nesrewt
witim ey hawřê ewa nawkim kewt
xwa bitan girê bo çi mintan toqan
boç lem kateda lêm bûn beşeytan
ḧasłî lêm da çûme małewe
bedłêkî zor piř xeyałewe
hêndey pê neçû zirmey top hełsa
’alem le deng û nałey etirsa
hera peyabû lenaw xas û ’alem
řê ber ne’ekewt leber îzdiḧam
xwaye keremit her bo min ẍeme
sed şukir xwaye min řazîm beme
xo daxî řojû hênde girane
leser diłî min ełêy batmane
tuşî gun řeşî xom ewa hatim
nazanim çî bikem, kwa řêy necatim
beřoj beřojû gêj û bê hoşim
lakey serim dê çeşnî serxoşim
ewqatim leber bê hêzî wek tir
deřwat û kewtûm wek êşkî ker
dey çaweřwan be ta wextî îftar
seyrî se’at ke û bike întîzar
katê ezanî top agir dira
nawsacî û şifte û mastaw danra
bełam pêm biłên hey dad û bêdad
bo çî pêm naxurê le dû parû zyad
xo le pêş topda min le diłî xom
emut qet mumkîn nîye têr bixom
keçî kewextê hatme ser sînî
ewe xwardinme ke ebînî
le dway nan xwardin norey geřane
yan çaxaneye yan dîwexane
çaxaneş herwek ḧemamî jinan
deng û qîřeyan egate asman
le şeq û hûřî domîne û qumar
însan le jînî xoy ebê bêzar
emca bam serê le dîwexan deyn
bizanîn çîye û hewał tê bigeyn
eger hewałî ewêyş epirsî
hîç nîye ẍeyrez basî meb’ûsî
yekêkyan ełê fiłan kes başe
ewî tir ełê eḧmeq û caşe
komełêkî zor bê zewq û sirûr
daym heraye piř le girim û hûř
ewa bem ḧałe şewîşman řabûrd
çwîne małewe parşêwîşman kird
hîçî tir nema ca norey xewe
beser xwardinda were pał kewe
ke nîweřo bû ’alem hestawe
dem wişk û bogen çawyan awsawe
derûnyan germe herwek agirin
daym bo şeř û hera ḧazirin
le cêy řojbaş û qisey pyawane
her şeřecwêne leyek hełdane
eme te’rîfî mam řemezane
leberî bike û çakî bizane!...
ya řeb be dûrman bikey le afat
ladey le serman derd û micafat