qumar

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 2 minutes  913 views
wa silêmanî gişt întîzamî
hate ser barî «poker» û «řamî»
biławbotewe lenaw xas û ’am
«coker»yan kirde wêrdî subiḧ û şam
ger bê xeberî lem eḧwałane
şewê biçore ew çaxanane
ewsa ebînî le hemû layek
her çend kesêke û çote penayek
dewrî qaqezyan dawe û danîştûn
bo wesłî coker şêt û şeyda bûn
xerîkî yarîn hoşyan nemawe
milyan kûř buwe û piştyan çemawe
her teq û hûř û hera heraye
seyrêkî xoşe wek sînemaye
bełê dirêẍa em qewmî kurde
bo şitî bê feř bedest û birde
nîfaq û diro û casûsî û qumar
têya mahîrin wekû danî mar
***
emca babêyne ser yarîkeran
her deste becya bot ekem beyan
taqmî me’mûr sidare beser
lêy têkeławbûn wek çêştî swałker
yekê mudîre, yekê muḧasîb
yekê mu’ellîm, yekê baş katîb
amîr lewêda wekû me’mûre
kořyan germ ebê bewêney kûre
le ewełî mang ta pênc û şeşî
leser parey zor ekirê dû beşî
bełam ke wextê mang heşt û no bê
kîsey çoł ebê her xoy bexoy bê
pare qerz eka da’îm lem û lew
leber qerzarî hîç nanwê beşew
gîrfanî sûk û pak û temîze
qerzar û muflîs pest û serḧîze
eme kirdewey lawekanmane
kewa kurdistan çawî lewane
***
taqmêkî tir ewîş tucaře
yaxud kesebe û ehlî bazaře
be řoj hewł eden bew ḧałe pîse
be hezar ḧał û swênd û desîse
destî xełk ebiřn şitê efroşin
şewîş bo yarî weha becoşin
***
lêkî berewe çakî bizane
eme eḧwałî mucteme’mane
min men’î yarî nakem bekullî
ba bikirê emma bemu’tedîlî
ême qewmêkîn wa lejêr barîn
ḧeyfe ewende xerîkî yarîn
ba carê xoman derkeyn le zîllet
ewsa dest deyne qumar û ’uşret