ke pare bû xizim zore

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  1184 views
serim suřmawe nazanim çi şexsê bê ẍeş û çake
lenaw em qewmeda kêye legeł hawcînsî xoy pake
lelam wa başe êstake bekes piştê nebestî to
le xizim û dost û aşnayan heta etwanê her řake
eger paret nebê bexwa hezar xizimit bibê peşme
ke paret bû hemû ’alem birate û pêt ełê kake
kes û karit wekû marin, umêdit hîç nebê pêyan
lejêr sayey ewan derço birader xotî lê lake
beřencî xot le dinyada bijî azad û serbest be
hemû kes pêt ełê merde û kuřêke çust û çalake