demeteqey dû xwênimj!

From the Book:
Çend Berhemêkî Berayî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 3 minutes  1022 views
sîrac oẍłû:
yaxwa bexêrêy serçawekanim
xwa dewamit da aramî gyanim
nurî se’îd:
xo bê ezyetî, elḧemlay çakî
qeza û beła dûr bo wa xemnakî
sîrac oẍłû:
çon xemnak nebim zor pîs qewmawe
dîsan kurdekan zoryan hênawe
hemûyan daway ḧeqî xo deken
gef û heřeşe le min û to deken
dełên ew xake xakî kurdane
nayełîn çîdî bîxwa bêgane
xo toş dezanî ke kurdewarî
le qîsman biçî tûş dêyn hejarî
genim û coy ewe rizq û bijîwman
benewtî ewe řûnake dîwman
ew genme nebê le birsan demrîn
ew newte nebê şewkiwêrî degrîn
tedbîrêk bike hetaku zuwe
ta hel û firset le des neçuwe
nurî se’îd:
leminit nekewê bo dabziřkawî
boçî weku ker le quřê mawî
etu leknexot turkî xwênmijî
bedfeř, şeřanî, řêgir, pyawkujî
turkî lewey pêş wa xwêřî nebûn
wek gurgî birsî be xişewe deçûn
her êwe nebûn le dewrey kemal
laqî kurdanu degirt wek gemał
jin û mindał û gewretan kuştin
xwênî milyon û nîwêku řiştin
êstaş neçuwe biçî wexokewnewe
gewre gewranyan ledar denewe
byangirin byankujin byanxene nêwbend
efendim besim eto bide pend
sîrac oẍłû:
minîş beşî xom cezrebem dawin
bełam daxekem danemirkawin
kurd gyayeke her çendî bîdrûn
hełdedatewe dîsan hełesûn
tedbîrêkî dî bike efendî
yaba ’ecayb bo wa diłmendî
nurî se’îd:
bira mam îngilîs aẍay xomane
heta ewman bî xemî çîmane
penay bo debeyn deyanka çare
firîwyan deda bepûl û pare
boyan saz deka sed şêx û mela
beseryan dênê sed derd û beła
’eşîretekan dênête jêr bar
bedro û derese bepûl û dînar
sîrac oẍłû:
’eceb tertîbêk destit be...
wełatit pîs kird heste leknim
bawî nemawe kełek û deho
kurd firîw naxwa ebedî bedro
kurdî ew ’esre hênde şeytanin
emin û tû û çerçil beker dezanin
wa lamezhebin kurdî ew dewre
neşêxyan mawe ne melay gewre
’eşîretekan hestan le xewê
piştyan lêk bestuwe azadyan dewê
nurî se’îd:
kewabê bira seła le xoman
mangaman mird û biřawe doman