yadî nîştimanî kurdistan

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  1596 views
min ke meḧrûm bûm le wesiłit taze jînim bo çîye?
ḧurmet û جاە û celal û řoḧ û dînim bo çîye?
dił leber dûrî û fîraqit piř le qehir û mîḧnete
şîwen û giryane ’eyşim, pêkenînim bo çîye?
ba’îsî řûnakîy qelb û nûrî çawim toy, weten
çî le dunya kem bebê to cê nişînim bo çîye?
min ke xakî pakî kurdistanî nazdarim hebê
çî le qet’ey ewrupa kem, mułkî çînim bo çîye?
menzerey cwan û tebî’î zore lem xakey mina
menzerey sun’î beboyey sewz û şînim bo çîye?
min ke xoşawî zerîf û şerbetî mêwjim bibê
namewê şempanya û, eşkence bînim bo çîye?
boye xułqawim ke xizmet kem newek her danîşim
bo weten ger tê nekoşim hêz û tînim bo çîye?