bo diłî tengim řefîqanim le ḧîrman çare kwa?

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  869 views
bo diłî tengim řefîqanim le ḧîrman çare kwa?
ger hemû seḧra bê dunya bom le zîndan çare kwa?
ta nefes mawe ebê to wek nefes aware bî
ey seḧer feyzî le wez’î wa perêşan çare kwa?
se’î tedbîrî selamet hem şiksitêkî tire
bo ’îlacî xarî bo çînî daman çare kwa?
damenî xot herdebê berdey le destit ’aqîbet
wek kefî efsûse bo teb’î peşîman çare kwa?
ademî bawkim beheştî da beyek dengî genim
êse ewladî ewîn bo ḧesretî nan çare kwa?
’îlim wizanîn qet le wehim û şebeh xałî nebuwe xoy
ta nîgeh baqî bê bo teşwîşî mujgan çare kwa?
nefsî min emmareye em mare çarî nakirê
kafre bo min nebê ger ew musłiman çare kwa?
karî min xadîmPen name ḧewałey ẍîretî ’îşqî ewe
bo fîraqî ẍeyrî her dû çawî giryan çare kwa?